Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêx Misto çi dît û çi nedît

05/07/2018
in Uncategorized
A A
Şêx Misto çi dît û çi nedît
Share on FacebookShare on Twitter

Mistefa Mihemed Hemîd 127 salî ye, yek ji kesên herî temenmezin di cîhanê de tê naskirin û li gundê xwe jiyana xwe didomîne.
Mistefa Mihemed Hemîd ku bi navê “Şêx Misto” tê nasîn, di sala 1891’an de ji dayîk bûye û 127 salî ye. Şêx Misto Ereb e û hê jî jiyana xwe li gundê El-Şehbê yê girêdayî navçeya Silûk a kantona Girê Spî li cem neviyên xwe didomîne.
Dîroka ji dayîkbûnê ya Şêx Misto di nasnameyê de 1905 e û temenê wî dibe 113 sal. Lê Şêx Misto dibêje ew 14 sal piçûk hatiye qeydkirin.
Şêx Misto li bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê bi cih dibe û piştre ji aliyê osmaniyan ve di serdema Cemal Paşa de tê qewitandin û ji wê demê ve li gundê El-Şehbê yê rojhilatê navçeya Silûk a kantona Girê Spî bi cih bûye.
Şêx Misto di sala 1921’an de bi Yazî El-Ehmed re dizewice û 5 xort û 4 keçikan wan çêdibin û di sala 1955’an de jî bi Yazî El-Elî re dizewice û ji wê jî 4 xort û 4 keçikên wan çêdibin. Li gundê El-Şehbê dijîn û hevsera wî ya yekemîn 40 salî bi wî re dijî û ji ber nexweşiyekê diçe ser dilovaniya Xweda û hevsera wî ya duyemîn jî piştî hevsera yekemîn bi 10 salan, ew jî ji ber nexweşiyekê diçe ser dilovaniya Xwedê.
Şêx Misto yê tevî temenê dirêj hê jî tendurustiya wî baş e û têkoşîna xw ya jiyanê didomîne.
Şêx Misto bi rûkenî û henekên xwe tê nasîn û çîrok û bûyerên serdemên cuda ku bi serê wî re derbas bûye vedibêje.
Şêx Misto girêdayî serdema osmaniyan wiha dibêje: “Di serdema osmaniyan de min xebatên giran dikirin. Di wê demê de temenê min 15 salî bû û ez û malbata xwe li bajarê Rihayê dijiyan. Di sala 1915’an de ji ber hovîtiya desthilatdarên Osmaniyan em neçar man ji Rihayê birevin û namûsa xwe biparêzin. Me berê xwe da devera Silûk ku di wê demê de di bin serweriya koçeran de bû.Şêx Misto behsa bîranînên xwe yên çûna bajarê Helebê ji bo pêdiviyên xwe dike û dibêje ku di wê demê de tenê çend dikanên bazirganiyê hebûn û got ku ew 13 rojan bi hêştiran diçû û vedigeriya.Şêx Misto rewşên dijwar ên ji ber desthilatdariya gelek dewletên dagirker ên wekî Osmanî, Fransî û Îngilîz kişandine û diyar dike ku dema herî dijwar di jiyana wî de di dema Osmanî û Fransiyan bû. Şêx Misto da zanîn ku di serdema Osmaniyan de gelek welatî rastî îşkenceyên dijwar dihatin û her kesekî ku pîvanên Osmaniyan qebûl nekiribana dihatin êşkence kirin û kuştin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.