Rojnameya Ronahî

Dewlet destpêkê êrişî ziman dike

Zext û zora li ser ziman û wêjeya kurdî bi awayekî sîstematîk didomin.

Zextên li ser ziman û wêjeya Kurdî bi awayekî sîstematîk didomin. Herî dawî ji ber Kurdî, konsera Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û konsera hunermend Mem Ararat hatin betalkirin.

Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Mîrza Ronî, bal bire ser zextên li ser Kurdî û  got, ji bo astengî li ber wan neyên danîn, divê ew li ber zextên li ser zimanê Kurdî rabin.

Ziman hebûna gel e

Mîrza Ronî got, têkoşîna gelê Kurd a ji bo çand û zimanê xwe têkoşîna hebûnê ye û dewlet jî bi sedan sal e bi qanûnên xwe yên hişk û tekparêz hewl dide hebûna Kurdan qedexe bike. Mîrza Ronî anî ziman ku di têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên xwe yên mirovî de dewlet ewilî êrişê dibe ser Kurdî: “Ji ber ku ziman hebûna gel e. Lewma ewilî êrişê dibe ser zimanê Kurdî û dixwaze wî tine bike.”

Mîrza Ronî bi bîr xist ku di qanûn û destûrên dewleta Tirk de Kurdî her tine û wiha peyivî: “Li hepsan, li edliyeyan û li saziyên fermî Kurdî qedexe ye. Berê li gelek deveran digotin, ‘zimanekî nayê nasîn’ û qedexe dikirin. Kurdan bi têkoşîneke mezin ev ziman bi wan da qebûlkirin. Lê niha jî li edliyeyan dibêje, ‘ez nizanim, bila wergêr were.’ Ji bo mirov doza wergêr nekin jî berdêleke mezin a aborî didin ber wan.”

Xwedîderketina li ziman qels e

Mîrza Ronî, bal bire ser qedexekirina konserên NÇM’ê û hunermend Mem Ararat û bang li her kesî kir da ku xwedî li van konseran derkevin: “Niha xwedîderketina me ya li ziman qels e. Erê xwedîderketin heye, lê ev ne bes e. Divê kes nebêje, ‘zimanê min qedexe ye, nikarim xwedî lê derkevim.’ Divê her kes li ber biryara qedexekirina konseran rabe. Divê em li ber qedexeyên li ser qenalên me, sazî û dezgehên me rabin. Divê em li ber van astengî û qedexeyan rabin ku kes nikaribe sînoran deyne ber me.”

MA