Rojnameya Ronahî

Bi tabloyan xwezayê û êşa welat dide pêş

Hediya HISÊN-Qamişlo

Şêwekar ew kes e ku bi firçeya xwe tebloyên bedew xêz dike û di heman demê de dîrokzan e. Çimkî bi tabloyên xwe dîrokê xêz dike. Hin şêwekaran jî firçeya xwe xistiye xizmeta mirovayiyê. Yek ji wan şêwekaran Rehîmo ye.

Rehîmo Hisên ku şêwekarekî Kurd e, sala 1962yan, li bajarê Amûdê ji dayîk dibe. Di heft saliya xwe de ji xêzkirinê hes dike û dest pê dike. Bi piştgiriya mamosteyên xwe û malbatê pirtir balê dide ser xêzkirinê. Di 12 saliya xwe de arme û reklamên dikanan xêz dike û difroşe. Bi wan pereyan amûrên xêzkirinê dikire. Herwiha wêneyên Cegerxwîn, Che Gîvara, Lênîn û navdarên cîhanê yên din xêz dike. Di 17 saliya xwe de wêneyekî Cegerxwîn bi risas xêz dike. Wê demê partiya Pêşverû jê dixwaze û diyarî wan dike. Heta niha çalakiyên ji bo bîranîna Cergerxwîn tên lidarxistin, ew wêne jî tê daleqandin.

DEMA REJIM DESTHILATDAR BE WELATPARÊZÎ DIBE SÛC

Rehîmo piştî ku xwendina seretayî diqedîne ji bo xwendina fakûlteya hunerî beşa şêwekariyê berê xwe dide Şamê. Ji zanîngehê li seranserê Sûryê dibe yê duduyan. Wê demê rejimê kesên serleftî ji bo mastir dişandin Ewropa. Lê ji ber fikrê Rehîmo yê kurdewarî rejim wî naşîne.

Derbarê kar û xebata siyasî de Rehîmo wiha axivî: “Destpêkê min li bajarê Amûdê Koma Serxwebûn ava kir.  Demeke baş di beşa şano de min kar kir. Piştî ku çûm Şamê min li cem rewşbîrên doza kurdî dikirin kar kir. Min û hevalên xwe me gelek şahiyên Newrozê li dar dixistin. Ji ber ku ez û gelek hevalên xwe li zanîngehê û cihên giştî bi zimanê kurdî diaxivîn, 30 hevalên min ji Amûdê, Qamişlo, Şam û Helebê ji aliyê rêjima Be`es ve hatin girtin. Herwiha ji aliyê rejimê ve min gelek astengî dîtin. Ji bo domandina xebata xwe neçar mam ji Sûriyê derkevim.”

Piştî ku Rehîmo diçe Ewropa li Belçîka ji bilî karê şêwekariyê di peymangeha zimanê Kurdî de jî kar dike. Sala 2005an ew û hevalê xwe Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ava dikin. Bi awayekî fermî 25 salan li Belçîka nameyên girtiyên Kurd yê di girtîgehên Ewropa de digihîne Komîteya Dadgeha Ewropa. Sala 2015an di rêvberiya civînên opozisyona Sûriyê de ciyê xwe digire. Piştî wê dev ji karê siyasî berdide û bi bi karê şêwekariyê tenê ve mijûl dibe.

LI WELATÊ XERÎBIYÊ TABLOYÊN RENG Û XWEZAYA WELATÊ XWE XÊZ DIKE

Rehîmo li ser şêwekariya li Ewropa jî wiha axiv: “Li Belçîka şêwekarî di asteke bilind û pêşketî ye. Herwiha tabloyên xêz dikin wêneyên wan ji yên em xêz dikin cudatir in. Min dikariya  weke wan tabloyan xêz bikim, lê min xwest teboloyên kurdî xêz bikim. Li mala min odeyeke taybet ji bo xêzkirinê heye. Dema xêz dikim li stiranên kurdî guhdarî dikim, li wêneyên xwezaya Kurdistanê temaşe dikim, perdeyên bi neqşên kurdî di hidirê malan de tên bîra min. Ji ber wê kesên li tabloyên min temaşe bikin wê bizanin ku êwekarekî Kurd im. Min li Almanya, Belçîka û Sûriyê pêşangeh vekirin. Herwiha min heşt salan ji bo Med Tv û Medya Tv dekor çêkirin.”

 

Rehîmo diyar kir ku sala 2020an pêşangehek vekiriye. Tabloyên pêşangehê jî tev li ser şewata sînemaya Amûdî bûn. Di pêşangehê de bi nivîsekê diyar dike ka sînema çawa şewitiye û çend rojan bêhna goştê zarokan yên şewitîn li bajar belav bûbû. Kesên li bûyera sînemayê temaşe dikin dixwazin heman pêşangeh li mûzeya Brûkselê jî bê nîşandan.

Şêwekarên tevlî Komxebata HRRKê ya Şêwekariyê ku ji 8 heta 15ê Mijdarê dewam kir, Rehîmo jî yek ji wan bû û têkildarî tabloya xwe ya di komxebatê de xêz kirî wiha axivî: “Tabloya min xêz kirî wêneyê Fatima Salih Axa ye. Min xeyalên xwe ji stirana Rifetê Darî girtine û xêz kiriye. Min dixwest çîroka heskrina kurdî derxim pêş. Herwiha pir kêfxweş bûm ku komxebatên wiha li welatê me tên lidarxistin. Bi hêvî me çalakiyên wiha dewam bin. Herwiha dixwazim bi riya rojnameya we peyamekê bigihînim gelê Kurd ku bixwînin. Xwendin bingehê avakirina welatan e. Emê bi zanist û xwendinê bi ser bikevin”