Rojnameya Ronahî

Pirtûka ‘Bi Nêrîna Abdullah Ocalan Exlaq’ hat belavkirin 

Pirtûka ‘Bi Nêrîna Abdullah Ocalan Exlaq’ ya ji aliyê Nivîskar Mihemed Bekir ve hatî nivîsandin li Sîlêmaniyê hat belavkirin û nivîskar qala naveroka pirtûkê kir.
Li Navenda Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Erfan ya Silemaniyê Pirtûka ‘Bi Nêrîna Abdullah Ocalan Exlaq’ ya ji aliyê Nivîskar Mihemed Bekir ve hatî nivîsandin bi merasîmekê hat belavkirin.
Di merasimê de Nivîskar Mihemed Bekir qala naveroka pirtûkê kir û pirtûk îmze kir.
Ji pirtûkê hezar heb hatine çavkirin.
Nivîskar Mihemed Bekir diyar kir ku di pirtûkê de qala pênaseya exlaq, di dîrokê de exlaq, exlaq û têgihiştin û çend mijarên din kiriye û got: “Heta niha jî di asta norm û koma pêşiyên civakê qala pênaseya exlaq tê kirin. Min girîng dît ku vê pênaseyê derbas bikin. Ji ber ku Birêz Abdullah Ocalan çend pênase li ser exlaq kiriye. Li gorî Ocalan ji her tiştî zêdetir, pêwîstiya mirov bi pîvanên nû û hevçerx heye. Lewma min hewl da ji destpêkê ve pênaseyekê li gorî hêza xwe, bi sûd wergirtina bîr û nêrîna birêz Abdullah Ocalan ji bo exlaq re bikim.”

ROJNEWS