Rojnameya Ronahî

Azadiya gelan bi xwîna şehîdan tê afirandin

Hediya HISÊN-Qamişlo

Afirînerên vîna azad şehîd in. Kesên di dereceya yekê de li welat û gelê xwe xwedî derketîn şehîd in. Herwisa bi saya vîn, berxwedan û têkoşîna şehîdan azadiya gelan tê afirandin.

Ji bo jiyaneke birûmet û û rizgariya welatê me berdelên giranbiha hatin dayîn û hê jî tên dayîn. Zarokên agir û rojê bêdudilî canê xwe kirin goriyên azadiyê. Ji bo azadiya Kurdistanê, bi dehhezaran zaroyên Kurdan şehîd bûne û yek ji wan şehîd Zinar e.

Zinar Ebdirezaq 19ê Adara 1996an li bajarê Qamişlo, di malbateke welatperwer de ji dayîk dibe. Nexriyê dayîka xwe ye. Kesayeteke dilpak û jîr e. Ji zaroktiya xwe ve Tevgere Azadiya Kurdisatê nas dike û pir jê hes dike. Ji xwendina xwe jî pir hes dike, lê sala 2011an destpêka şerê li Sûriyê, ji ber nijadperestiya maomsteyên rejimê ya li dijî xwendekarên Kurd xwendina di nîvî de dihêle. Ji tembûrê û stiranan pir hes dike û stiranan dibêje. Sala 2012an tevlî refên YPG Dibe. Piştî du salan tevlî Ciwanên Şoreşger dibe û ciwanan bi rêxistin dike. Di dema êrişa DAIŞê ya ser Şingalê de, ew jî di nava ciwanan de tevlî şer dibe. 19ê Tebaxa 2014an li Ceza şehîd dibe.

Derbarê mijarê de bavê şehîd Zinar, Idrîs Ebdirezaq diyar kir ku destpêka damezirandina Hêzên Parastina Gel (YPG)ê Zinar tevlî bû û axaftina xwe wiha domand: Me jî  biryara wî erênî dît û pîroz kir. Dema vedigeriya malê jî kar dikir. Ji zarok û ciwanên taxê re, behsa Tevgera Azadiyê û şoreşa Rojava dikir. Piştî xebata du salan ya di nava xiwanan de, di dema êrişa DAIŞê ya ser Şingalê de biryara çûna Şingalê da. Digot, keç û jinên me li bazaran tên firotin, ezê ji bo rizgarkirina wan biçim. Piştî Şingalê vedigere Ceza û tevlî şerê li dijî DAIŞê dibe. Di şerê li Ceza de şehîd dibe.”

Derbarê şehadeta Zinar de, Ebdilrezaq wiha Got: “Mirin tehl e, lê şehadet pîroz e. Şehadeta kurê min cihê serbilindiyê ye. Ez şehadeta wî li tevayiya gelê Kurd pîroz dikim. Heta dawiyê emê li dû şopa wî bin. Herwiha ji bo azadiya gel û Rêber Apo emê bi tevger bin û têkoşîna xwe bikin.”

Metika şehîd Zinar, Intîsar Ebdulrezaq jî wiha Axivî: “Zinar kesayeteke bi temenê xwe piçûk bû, lê bi mejî û fikrê xwe mezin bû. Di her qada jiyanê de cihê xwe çêdikir û cihê wî xuya bû. alîkariya her kesî dikir. Pir girêdayî hevalên xwe bû. Ez û wî bi hev re fêrî saz û tembûrê dibûn. Piştî şehadeta wî hevalên wî her dem dihatin mala wan. Her sal jî bîranîna wî tê lidarxistin.