Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros diyar kir li hember êrîşan ji bo Kurdan yekîtîya netewî pêwîstiyeke jiyanî û da zanîn ku divê PDK jî helwesta xwe zelal bike.
Hacer Zagros diyar kir ku bi hilbijartinên pêşwext yên 24’ê Hezîranê rêjîma Erdogan li dijî Kurdan, hêzên muxalif û demokratîk ku li dora HDP’ê bûbûn yek, têk çû û ya ku dixwest bi dest nexist.
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Kurdistanê û her wiha rewşa bakurê Sûriyê û Efrînê ji Rojnameya Ronahî re nirxand.
HILBIJARTIN
DARBEYEK BÛ
Hacer Zagors diyar kir ku Erdogan ji bona ku siyasetên xwe yên înkar, îmha û dagirkirina Efrînê rewa bikin, binxistina HDPê kirin hedef û wiha got, “dixwestin ji dunyayê re bibêjin: “ka binêrin kurdan jî dengên xwe nedan HDP”. Ev tişt ji bo wan qederek bû. Ji ber vê yekê derveyî irf û qanûnan di nava du mehan de biryara lidarxistina hilbijartinan dan. Ev biryar li hemberî hêzên demokratîk bi pêşengiya HDP û civaka Tirkiyê darbeyek bû. Lê encamên derketine hemû plan û hesabên Erdogan serûbin kirin.”
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros destnîşan kir ku serketina HDP’ê serketina cebheya demokratîk li Tirkiyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn e.
Zagros wiha dewam kir: “Gelê me bi ruhê Berxwedana Serdemê li ser sindoqan hesab ji faşîzma Erdogan xwest. Ev sekna neteweyî ya gelê me ku xwe dispêre paradîgmaya Rêber APO him intîqam û hesabxwestin û him jî yekîtiya neteweyî bû.”
Derbarê destekdayîna derve ji Erdogan re Zagros got: “Mayîna wî girêdayî hevsengiyên berjewendiyan a hêzên hegemonîk e. Li hemberî Tevgera Azadiyê û ideolojiya Netewa Demokratîk hîna karê wan bi Erdoganekî teslîmgirtî heye. Li hemberî itîfaqa wî bi Rûsya re NATO di hilbijartinan de destek dayê. Vê carê ew mecbûre aliyê xwe net bike. Ango merheleya nakokiyên Erdogan bi hêzên globa re dest pê kir.”
GAVA DUYEMÎN PRATÎK E
Di mijara Konferansa Rizgarkirina Efrînê de Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros ev nirxandin kir: “Derketina ji Efrînê li ser esasê parastina gel ji êrîşên navneteweyî bû. Bi qasî me şopandiye, ev konferans xwedî girîngiyek mezin e. Li gorî belgeyên konferansê xuyaye ku aliyên kêm mane, taybet aliyê parastinê “li gorî pîvanên Netewa Demokratîk xwe birêxistinkirin” bi kûrahî hatine nirxandin. Di konferansê de derketiye ku rêveberiya heyî li gorî pîvanên Netewa Demokratîk tevnegeryaye û jiyanek li gorî şer avanekiriye. Li gorî şaxê Netewa Demokratîk ê parastinê gerek bû li Efrînê şerê gel ê şoreşgerî bihata meşandin. Tevî ku gelê me yê Efrînê li kêleka YPG û YPJ heya dawiyê li ber xwe da û bajarê xwe terk nekir, lê dihat xwestin rêveberiyê ji vê baştir jiyana gel li gorî şert û mercên şer bi rêxistin kiribûya. Li gorî wê jî bi qasî me bihîstiye di konferansê de rexnedayîn hatiye dayîn. Niha li holê kantoneke dagirkirî heye. Gel hesabê vê yekê dixwaze. Tenê bi gotinan gel rexnedayînê qebûl nake. Rexnedayîn gaveke dîrokî û nêzîkbûneke exlaqî ye. Di têkoşîna demokratîk de mekanîzmeyeke bingehîn û çeka esas a pêşketinê ye. Lê belê ev tenê têrê nakê. Gava duyemîn pêwîste pratîk be.”
Zagros rêbazên têkoşîna rizgarkirin û vegera Efrînê wiha şîrove kir: “Lazime têkoşîneke siyasî, dîplomasî, leşkerî û civakî bê pêşxistin. Ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînek li ser asta Sûriyeke demokratîk bê kirin. Eger têkoşîneke wiha gihabûya encamê wê Efrîn nehatiba dagirkirin.
SIBE WÊ TIRKIYÊ BE
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros di nav nirxandinên xwe de behsa rewşa hevsengiyên muhtemel li Sûriyeyê kir û ev tişt got: “Rewşa li Efrînê qewimiye ji bo Sûriyê û herêmê qonaxeke nû bû. Hat fêmkirin ku nexşeya rê ya hêzên mudexeleker parçekrina Sûriyê ye. Ti insyatîv û projeyekî wan a çareseriya siyasî tune ye. Piştî dagirkirina Efrînê di navbera heman hêzan de nakokiyên kûr rû dane.” Zagros bibîr xist ku hevsengiyên li herêmê ne bi istiqrar in ku êvar û sibeha wan li hev nayê û wiha dewam kir: “Rûsya û Tirkiyê ji bo hinek berjewendiyên demkî hev û din bi kar anîne. Amerîka, Îran û Rûsya qebûl nakin ku dewleta Tirk di herêmê de bibe xwedî hêz û insyatîv. Lê li hemberî modela demokratîk li Sûriyê, Bakurê Sûriyê li Efrînê bi kar anîn. Hêzên hegemonîk xwedî taybetmendiyeke wiha ne ku li hemberî dewletên dîtir hev û din bi kar tînin, piştre jî hev û din tesfiye dikin. çawa ku îro Îran e, sibe wê Tirkiye be.
KONGREYA NETEWÎ JIYANÎ YE
Hacer Zagros mijara yekîtiya neteweyî û projeyên Kongreya Gel jî wiha nirxand: “Berxwedana Efrînê û dagirkeriya pêk hatiye rewşeke giştî ji bo çar parçeyên Kurdistanê û tevahî herêmê ye. Ji rojên destpêkê ve Kongreya Gel banga piştgiriya berxwedana Efrînê kiriye. Ji ber ku beşên Kurdistanê hev û din bandor dikin, dagirkirina Efrînê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Gelê me jî banga me bi cih anî û ta vê kêliyê jî piştgiriya berxwedana Efrînê dewam dike. Raste; gelê Efrînê bi vê berxwedanê rabû, lê berxwedaneke neteweyî û navneteweyî ye. Ji ber ku êrîşên li ser Efrînê çêbûne û çêdibin li dijî hemû nirxên mirovî, exlaq û pîvanên demokrasiyê ne. Di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li ser bangên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiyê û Kongreya Gel hemû gelên Kurdistan û cîhanê bersiv dan û li Ewrûpayê zêdeyî milyonek mirov daketin qadan. Ev jî bingeheke nû a yekîtî û biratiya gelan e.Hevseroka Kongreya Gel Hacer Zagros di dawiya nirxandinên xwe de ev tişt anî ziman: Piştî dagirkirina Efrînê, êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê, hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û avakirina sîstema faşîst li Tirkiyê, gelê me gihaye wê baweriyê ku yekîtiya neteweyî bi qasî av hewayî girîng e. Derveyî hin kesan li tevahî Kurdistanê aliyan helwesta xwe zelal kiriye. Dibêjin ku lidarxistina kongreya neteweyî mijareke jiyanî ye. Em bi hêvî ne aliyên mîna PDK jî di zûtirîn dem de helwesta xwe zelal bikin.”






