Farûk Sakik
Piştî damezirandina Komara Tirkiyê û serhildanên li bakurê Kurdistanê, li Tirkiyê zexta li ser nasnameya kurd hat sepandin. Li Kurdistanê rê û rêbazên qirkirina civakî yên li her qada civakê û demdirêjî belav bûn. Kurd jî bi hebûn û nasnameyê dihatin parçekirin û ji holê dihatin rakirin. Ji bo vê jî amûrên asîmîlasyon û qirkirinê di dewrê de bûn.
Di demeke wisa de, piştî bêdengiya salên dirêj bi navê Abdullah Ocalan kesek derket ser dika dîrokê. Li Enqerê bû. Li dora wî hin ciwan kom bûbûn. Ji wan re digotin Koma Apocî û demek şûn de bi navê PKK’ê partiyek ava kirin.
PKKê di nava 44 salan de çi kir? Tevgera azadiyê statû-rewş-dîroka Kurdistanê ji kû derê girt heta roja me anî. Gelek tişt kirin, gelek deskeftiyên Kurdan çêbûn. Emê va yek bi yek rêz nekin. Yên van hevokan bixwînin wê bizanin ka em behsa çi dikin. Lê PKKê tişteke cuda fêrî Kurdan kir. Rihekî nû da Kurdan; ruhê berxwedanê.
Ev ruhê berxwedanê, ne di doza Kurdistanê tenê de, di têkoşîna li dijî dijmin de, di heman demê de di jiyana rojane de li hemberî zilm û zorê ka wê helwesteke çawa nîşan bidin fêr kir. Gotinên Mazlûm Dogan yên “Berxwedan Jiyan e” wek manîfestoyeke jiyanê bû. Li hemberî şert û şirûtên xwezayê jî mirov bi vê gotina Mazlûm Dogan li ber xwe dide. Vê têgehê bandoreke wisa li civakê kir ku di bazirganiyê de jî ev gotin îroj tê bikaranîn. Digotin ‘dibe te zirar kiribe lê ber xwe bide’.
Ruhê berxwedanê ne li bakurê Kurdistanê tenê di heman demê de li başûrê Kurdistan jî bandora xwe kir. Li hemberî rejima Bees piştî Enfalê ev ruhê berxwedanê hatibû jibîrkirin. Lê bi PKK’ê re ev ruh ji nû e zindî bû. Dema ku Amerîka hat Iraqê ev ruh ket dewrê.
Emê behs nekin ka ev ruh li Rojava çawa bû bingehê şoreşê. Em hemû hê jî şahidiya vê şoreşê dikin.
Derbasî bakurê Kurdistan bibin. PKK di salên 90’î de êdî li her deverê belav bûbû. Li Bakur, dema serhildanan bû. Şer her ku diçû gurtir dibû. Civaka kurd jî li dora PKK’ê weke xelekekê kom dibû. Roj hat navê PKK’ê êdî wek Partiya Karkerên Kurdistanê nedihat bikaranîn. P.K.K. nuqte hatin jibîrkirin. Wek peyvek bi tenê serê xwe ‘PKK’ bi nav dikirin. Îro jî herin di nav civakê de ji hin kesan bipirsin PKK çi ye. Gelek kes wê nizanibin ku vekirina PKK’ê ‘ Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Wê bibêjin PKK partiya têkoşêrin azadiya Kurdistanê ye.
PKKê tişteke din jî kir. Dema PKK ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşiya, Kurd jî ji bo bandora asîmîlasyona salan ji holê rakin ketin nava hewldanan. Ji bo dîrok, ziman, çand, huner û nasnameya kurdî were parastin û pêşxistin xebat dimeşandin. Pirtûk dihatin nivîsandin, film dihatin çêkirin, bi panel û konferansan li Kurdan hestên neteweyî dihatin fêrkirin. Bi van yekan pêşî li asîmlasyonê hat girtin û roj bi roj ber bi azadiyê ve diçû-diçe.
Tişşteke din jî, di her beşa civakê de bi rêxistinbûnê dest pê kir. Îro jî bi sedan sazî û dezgehên Kurdistanî hene. Ev tev berhemên PKK’ê ne. Ev sazî bi serê xwe bûne eniyeke têkoşîna azadiya Kurdistanê.
Dijminên Kurdistanê ev yek dîtin û asîmlasyon û politîkayên xwe yên qirkirinê danîn aliyekî bi dû tinekirina PKKê ketin. Şerê ku îroj li Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanîn dibe ev şer e. Kurdên ku 43 sal in ev keda PKKê dîtine, divê di sala 44’an de pirtir li Tevgera Azadiyê xwedî derkevin.






