Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Kurd bi Rêber APO-PKK re bûye xwedînasname

21/11/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Pirsgirêk rêbaz e, ne azadiya gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Rêber APO dibêje, tu çiqas rast dibî bibe, dema di rêbaz de tu şaş bî, tu şaş î. Bi gotineke din; dema bingehê avakirina mentiqê mirov şaş be wê rêbaz jî şaş be. Di heman demê de pêwîst dike ku mirov di aliyê zanist, felsefe, ol, efsane û zanyariyên xwe de xwediy hêza afrîner ya reformê be ku manitqê xwe sererast bike. Ev xisûsa yek ji taybetî û nîşanên fikrên pêşeng yên rêveberiyê ne. Lewra rêveberî di cewherê xwe de fikir, nêrîn û stratejî ye. Eger ev hêman di kesayet yan rêxistinekê de kom bibin, şiklê jiyanê jî pê re diyar dibe. Ango; çiqas fikir rast be, jiyan ewqas rast dibe û ewleyiya mirov û civakê dikeve gerantiyê.

Çawa ku rêvebertî xwediya xisûseke wisa ya hişmendiyê ye. Di heman demê de xwediya taybetiya demokrasî û azadiyê ye. Jixwe demokrasî û azadî bi rêvebertiya rast pêkan dibin. Ewleyiya kes û civakê têkûz dibin û şiklê çelûxwar yê di binê banê dewletê de hatî werimandin, di forma kirîz, kaos, anarşî û terorê de xwe dide der û tê zeftkirin. Ewleyiya civakî bi yekîneyên ewleyiyê û vesaziyên zagonî tekûz nabe. Berûvajî; sedemên bêewleyiya civakî ne. Ancax ewleyî di şertên exlaq-polîtîk yên civakên demokratîk de pêkan bin. Bi gotineke din; ewleyî bi rêvebertiya rast dihizire ya xwediya mantiqeke ideolojîk yê jiyana azad, pêkan dibe.

Bi rêvebertiya rast koletî diqede û azadî bi ser dikeve. Li hemberî paşverûtiyê jiyana azad dibe xwedîvîn. Ancax ev li Kurdistanê bi tevgera rast ya Apoyî jiyanî dibe. Rêvebertiya bi dualîteya Rêber APO-PKK tê xuliqandin, rûyê dîrokê û hebûna gelekî li ser keviyên tinebûnê, tê parastin. Pêşî li zordarî, qirkirin û faşîzmê tê girtin û deriyên demokrasî, azadî û ewleyiya neteweyî bi rêvebertiya rast tên vekirin.

Ji bo têkbirina vê hêza ewlekariyê ya civaka Kurdistanê, hêzên mêtinger-qirker bênavber bi rengekî hovane êrişî rêvebertiya Rêber APO-PKK kirin. Li dijî wê dualîteya serkeftinê hemû cureyên zordarî, faşîzm û dijminatiyê dan meşandin. Lê ji ber ku xwediya xisûsa veguherîner e, êrişên qirker yên 43 salan tev têk çûn. Berovajî; destketiyên mezin yên dîrokî hatin bidesxistin.

Çiqas rêxistinbûyîn mezin dibû, asta êrişan mezintir û hovanetir dibû. Li kû rêxistinbûna civakê misoger bûya, ewleyiya wê jî diket garantiyê. Di heman demê de civak û kesayet dibûn qadeke azad ya serketina rêvebertiyê û daneheveke destkeftiyan. Ji ber wê bi demê re; êriş jî asta hundir derbas dikin û di demek kurt de global dibin. Lê dîsa jî nikarin rê li ber destkeftiyên rêvebertiyê bigirin ku li beramberî wê jî rêvebertiya Rêber APO-PKK gerdûnîtir dibe û serketinên cîhanî yên li derveyî sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn diafirîne.

Armanca wan têkbirina rastiya fikir, nêrîn û stratejiya bi Rêber APO-PKK derketiye re ye. Ango jiholêrakirina rastiya têkoşîna azadiya Kurdan û bêbandorkirina wan e. Ji ber wê berî her tiştî pergala tecrîda li Îmraliyê şidandin û li ser ciwan û jinan êrişên giran pêk anîn. Lê Îmralî bi berxwedana xwe veguherî qadek dîrokî ku xeta rêvebertiya rast tekûztir kir. Di heman demê de rastiyeke nû derxist holê; gelê ku şoreşa yekê ya civakbûnê li dar xistiye, îro bi rêvebertiya Rêber APO-PKK şoreşa duduyan ya Modernîteya Demokratîk pêk tîne. Êdî gelê Kurd bi rêvebertiya xwe re bûye xwedînasnameya pêşeng ya demokrasî û azadiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.