Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ez we fêm nakim Kurdno!

17/11/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rolên Civakî
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Ez we fêm nakim Kurdno, dema hûn ji deryaya zimanê Kurdî direvin û berê xwe didin zimanekî din. Ez we fêm nakim Kurdno, hinga hûn çar peyvan ji zimanê serdestan digirin û her tim bi wan çar peyvan diaxivin û hûn dibêjin em nikarin xwe bi zimanê dayîka xwe yê ku hûn di mehdikê li ber loriyên wî dihatin razandin û bi loriyên wî mezin bûyîn. Ez we fêm nakim Kurdno, çaxê ku hûn civatên xwe di malên xwe de, di komeleyên xwe de, di telefonê xwe bi hevdu re bi zimanê serdestan dikin. Ez we fêm nakim Kurdino, hinga hûn dibêjin em doza Kurd û Kurdistanê dikin û ji bû ziman û çanda xwe tekoşînê didin û hûn vê bi zimanê dagirkeran dibêjin. Ez we fêm nakim Kurdno, dema hûn peyaman rêdikin û hûn di peyamên xwe de bi dagirkeran dibêjin, “li zimanê xwe xwedî derkevin, zimanê me rûmeta me ye.” Ez wê fêm nakim Kurdno, dema hûn li Ewropa di komelên xwe de, di sazî û dezgehên xwe de bi zimanê dagirkeran planan çêdikin, bi taqan ve nivîsên bi bi zimanê wan dadileqînin, daxwiyaniyan bi wan dinivîsînin. Ez we fêm nakim Kurdino, hinga hûn li cem biyaniyan propaganda Kurdan û Kurdistanê bi zimanê dagirkeran dikin û hûn dibêjin em dewa mafên xwe dikin. Ez we fêm nakim Kurdno, eve bîst, sih, çil sal in hûn ji ber zilma dagirkeran revîne û hûn li xerîbiyê ne, li sergumê ne, lê belê hûn hê ji bi zimanê dagirkeran diaxivin û hûn zarokên xwe yên li xerîbiyê hatîne dinê ji fire zimanê dagirkeran dikin.

Ez we fêm nakim Kurdên siyasetmedar, dema hûn derdikevin li pêşberî girseyên Kurd û hûn bi zimanê dagirkeran propagandayê ji Kurdan re dikin û dibêjin em daxwaza çand û zimanê xwe dikin û hûn dixwazin ew mirov jî ji we bawer bikin. Gelo hûn bi xwe ji xwe bawer dikin heta ku ew gel ji we bawer bike? Ez we fêm nakim Kurdno, dema her roj li ser zimanê we qirkirin pêk tê, heqaret li netewe û zimanê we tê kirin û heta niha ji dibêjin zimanek “nayê fêmkirin/zanîn”, yan ji “zimanê X” û di meclîsa xwe, di dadgehên xwe de bi vî hawî derbasî dokûmentên fermî dikin û hûn hê ji diçin li himberî Kurdan bi zimanê dagirkeran dibêjin em doza zimanê Kurdî dikin. Ez we fêm nakim Kurdno, çawa we kariye hûn xwe evqasî bi zimanê dagirkeran ve lihîm bikin û hûn êdî nikarin xwe ji wî zimanî xelas bikin û dema yek dibêje, ‘gelo çire hûn bi Kurdî naaxivin’, hûn cih de dibêjin ‘hûn nijadperestiya seretayî dikin’ û hûn Kurdîaxêv û Kurdîparêzan bi nijadperestiyê tewanbar dikin. Ez we fêm nakime siyasetmedarên Kurd, xelk ewqas li zimanê xwe xwedî derdikevin û ji bûna zimanê  xwe ewqas kedê didin, lê hûn bi zarokên xwe re bi zimanê serdestan dipeyivin. Ez we fêm nakime Kurdno, çawa hûn di mala xwe de bi zarokên xwe re bi zimanekî din diaxivin. Ma qey gelo dewlet tê zêrevaniyê di mala we de li we dike? Na, ne hewceyî wê ye, ji ber ku bişaftin ketiye di nava giyan û mejiyê we de. Ev derûniya civakên bindeste ku xwe bi serdestên xwe bi vî hawî bidine qebûl kirin û xwe li ber dilê wan şêrîn bikin. Lê baş bizanibin, hûnê qet û qet li ber dilê wan şêrîn nebin.

Ez we fêm nakime Kurdno, bi Xwedê ez we fêm nakim. Yan min eqilê xwe winda kiriye gelo!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.