Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Planên Tirkan yên dagîrkeriyê û helwestên li hember

17/11/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Êrişên dewleta tirkî yên ser bakur-rojhilatê Sûriyê didomin. Herî dawî li Qamişlo Welatparêzê mezin Yûsiv Gulo û du neviyên wî bi êrişeke hewayî kuştin. Faşîstên dagîrker êdî kuştin û komkujiyên xwe bênavber dikin. Di destê herêmên Rêvebariya Xweser de pergala parastina hewayê nîne. Amerîka û Rûsya ku qada hewayî di kontrola wan de ye, li hemberî van êrişan bêdeng dimînin. Wisa diyar dibe ku derbarê kuştinên wiha de li hev kirine. Ku ne wisa bûya bi şeklî bûya jî wê helwestek, şermezarkirinek çêbûya. Gelên Sûriyê berdêlên giran dan û ev berdêl dewam dikin. Tirkên Faşîst ji xwîn û wêrankirinê têr nabin. Projeya xwe ya temamkirina qirkirina Kurdan li Sûriyê bi kuştin, dagîrkerî û qirkirina neteweyî pêk tînin. Weke din bi bikaranîn çeteyên weke DAIŞ û El Nusra dixebite Sûriyê li gorî xwe serrast bike û bixe binê bandora xwe.

Faşîzma tirkî gef li hêzên bakur-rojhilatê Sûriyê xwarin û ragihand ku wê dest bi êrişeke din ya dagîrkeriyê bike. Jixwe beşeke girîng ya erdê Sûriyê dagîr kiriye. Bi dehhezaran çete kom kirine û dişîne ser gel. Ew jixwe li ser kar in. Li aliyê din bi hezaran leşkerên xwe jî bi cî kirine. Ji bo wê ji bo şer zêde demê naxwaze. Rêveberiya Xweser jî dizane ku wê dewleta tirkî êriş bike û bi deverên dagîr kirîn ve sînordar namîne. Ew jî li hemberî şer amadekariya xwe dike. Di nava gel de şiyarî û îradeya xwedîderketina li destkeftiyên xwe heye. Li hemberî komkujî û dagîrkeriyê faşîzma tirkî nas kirin û bûn xwedîtecrûbe. Eger Amerîka û Rûsya qada hewayî venekin gel nahêle dagîrker gavê biavêjin. Rêveberiya Erdogan jî ji ber ku vê dizane dixebite ku bi Amerîka û Rûsya re li hev bike û ji nakokiyên navbera wan sûdê bigir.

Rûsya bi QSDê re di nava ahengekê de tev digere. Li hemberî dagîrkeriya tirkî helwesta QSD diyar e. Bêdudilî wê li hemberî dagîrkeran şer bike. Ev awantaş û şanseke mezin e. Lê di helwesta Rûsya de heman zelalî xuya nake. Bazara wan ya bi Tirkan re dewam dike. Fikarên gel hene ku li hemberî standina hin tawîzan dibe ku hên herêman ji dagîrkeriya Tirkan re veke. Helwesta rejimê jî girêdayî helweta Rûsya ye. Bi serê xwe nikare tev bigere.

Tê zanîn ku Rûsya li firsetan digere. Li milekî dewleta tirkî û rejimê sor dike; dibêje, wê Amerîka bi Kurdan dewletê bide avakirin, li milekî jî dixebite ku Kurdan dehf bide ber deriyê rejimê. Halbiku Kurd û tevayiya hêzên bakur-rojhilatê sûriyê amade ne ku bi Rûsya re bixebitin û dixebitin jî. Lê gel rejima Beesê naxwaze. Ji ber merkeziyeta zêde û otorîtetiya wê berdêlên giran dan. Sûriye wêran bû. Bi milyonan mirovan koç kir. Ku niha teslîmî rejimê bikin dibe ku hin bi hestên miliyetgiriyê, yan ji tirsa stûyê xwe xwar bikin. Lê pirên wan wê vê qebûl nekin. Yên ku nikaribin tiştekî bikin herî kêm wê bi koçberiyê razî bibin. Divê Rûsya hesabê vê bike. Kurd û rêveberiyên xweser ne li dijî Rûsya, Îran û rêveberiya Şamê ne. Nabêjin bila ev hêz derkevin yan bila rêveberiya Esed biroxe. Alîgir in ku bi diyalogê pirsgirêka Sûriyê çareser bibe. Ji bo wê dixwazin Rûsya rola xwe bilîze. Li hemberî dagîrkeriya tîrkî jî amade ne heta dawiyê bi hev re tev bigerin, li ber xwe bidin û şer bikin.

Di pêvajoyeke wiha krîtîk de divê Rûsya şertên zor nede pêşiya Rêveberiya Xweser. Bi taybetî şertên li ser petrolê yan jî bazara li serê divê nesepîne. Beşeke girîng ya gelê Sûriyê li van herêman dijî. Ji bo pêdiviyên gel ev petrol bi kar tê. Yek dolara wê jî naçe Amerîka. Daxwaziya Amerîka jî ya wisa çênebûya. Eger rejim ji hatina Sûriyê, ji bûtçeya wê para gelê li herêmê bide dikare petrolê tevê jî bibe. Fikareke Rêveberiya Xweser ya petrolê nîne. Weke din divê Rûsya nebêje firset e û hêzên rejimê nexe herêmê. Gel vê naxwaze, fikar jê re çêdibin. Ku bertek çêbin wê bandorê li Rûsya jî bike. Tişa niha girîng rawestana li hemberî dagîrkeriyê ye.

Gelên bakur-rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd dan. Di binê rêveberiya rejimê de bi salan jiyan. Weke din êriş û desthilatdariya hêzên weke DAIŞ  û El Qaîdeyê jî dîtin. Niha azadtir û li di rewşeke demokratîktir de dijîn. Divê Sûriyeke demokratîk bibe mala hevbeş ya her kesî. Divê bawerî, gel û fikir tev bi awayekî azad bi hev re bin. Destûr peymanên civakî ne. Eger wê sûriye demokratîk bibe, divê beşên civakê tevlî van nîqaşan bibin. Bi lihevkirin û bazarên li pişt deriyên girtî damokrasî ava nabe. Li aliyê din Rûsya dewleteke mezin e, ew bixwe jî xwediya pergaleke federal e. Ji bo wê divê di çareseriya pirsgirêkên Sûriyê de roleke bibandortir bilîze. Rejim wan qebûl dike, Kurd û rêveberiyê xweser jî qebûl dikin. Ji bo wê karê Rûsya hêsan dibe û destê wê xurt dibe. Wê Tirkiye heta dawiyê xirabiyê bike û bi rêxistin bike, divê alî tev û bi taybetî gel vê baş bizane. Divê di nava gel de û di nava hêzên parastinê de sistayî çênebe. Gotina pêşiyan e; av radize dijmin ranaze.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.