Dilyar Cizîrî
Dewleta tirkî bi serkêşiya AKP/MHP’ê ji destpêka şoreşên gel ên ji bo guhertina demokratîk, ku ji Cezairê dest pê kir, destê xwe avêt tevgerên gel û xwest dagirkiriya xwe ya serdema Osmaniyan careke din zindî bike.
Ev destwerdana dewleta tirkî ku Erdogan serkêşiya wê kir, hewl da partiyên Birayên Misilman (Ixwan El-Muslimîn)) li tevahî Rojhilata Navî derkevin ser dika desthiladariyê û bi fermmana Xelîfe Erdgoan tev bigerin.
Dewleta tirkî bi hêzeke mezin û bi piştgiriya gelek hêzên navdewletî û NATO di gelek qadan de di alliyê leşkerî de hebûna xwe fireh kir. Di destpêka aloziyê de heta radeyekê gav avêtin û li hin welatan bi ser ketin.
Li Misrê Mihemed Mursî yê Ixwanî wek serok hat hilbijartin, li Tunis û Cezair partiyên girêdayî wan ketin tevgerê. Li Sûriyê û Libiya beşdarî şer bûn û xwestin hebûna xwe misoger bikin.
Di şerê li Sûriyê de ev siyaseta dewleta tirkî li dîwarê berxwedana Kudan rast hat. Ji ber wê Erdogan giranî da şerê gelê Kurd û destkeftiyên li Rojava dihatin bidestxistin. Di vir de Erdogan ji bo vê hêviya xwe pêk bîne, destê xwe avêt çeteyan û piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê û gelek komên din ên çete.
Ji ber vê yekê gelek hevkarên Erdogan û di serî de Amarîka ji siyaset wî aciz bûn û êdî li anternatîfan geriyan. Vê ji Misrê dest pê kir. Muhemed Mursî ji erkê serokatiya Misrê hat girtin û Sîsî li şûna wî hat erkdarkirin.
Bi vê re hêza partiyên xeta dewleta tirkî dimeşînin li piraniya welatên Ereban lawaz bûn. Vê li Libiya jî dest pê kir û êdî dewleta tirkî bi hêzên girêdayî xwe nema dikarî gavan zêde bavêje, ji lewra bi hezaran çete ji Sûriyê derasî Libiya kirin û xwest alîgirên xwe li wir biparêze.
Bi rastî vê yekê heta radeyekê cih girt û heta niha paytext Terablus û deverên din di destê alîgirên dewleta tirkî de ne. Ev jî dibû sedema şerê navxweyî li Libiya tur bibe û alozî kûrtir bibe.
Di serî de Fransa û Misir destwerdana dewleta tirkî û anîna çeteyên Sûriyê ya Libiya re rastî gelek nerazîbûnên navdewletî hat.
Îcar bi vê re eniyeke mezin hat avakirin û gelek hewldan hatin kirin ku Erdogan çeteyên xwe yên Sûrî ku bi “Hikûmeta Niştimanî ya Lîbiya” re bi fermana dewleta Tirkan tev digere, ji Libiya werin derxistin. Dewleta Tirkan xwest bi fen û fûtan diyar bike çeteyên xwe kişandine, lê di vê de jî bi ser neket.
Berûvajî wê Libiya li ser aboriya dewleta Tirkan barekî giran ava kir, pê re jî û ji ber destwerdana li Sûriyê û gelek deverên din aboriya dewleta Tirkan têk çû.
Herî dawî jî civîna Fransa ku çend roj berê derbarê Libiya de hate lidarxistin, biryar da hilbijartin werin lidarxistin. Hemû çete ji Lîbiya werin dûrxistin û kirîza Lîbiya bi temamî were çareserkirin.
Li gorî dane û pêşketinên li Lîbiyayê hêzên navneteweyî û di serî de Fransa wê êdî alîgirên Tikriyê di Lîbiya de bêbandor bikin. Çawa li Misrê alîgirên Birayên Misiliman bi têkçûna Mihemed Mursî hatin bêbandorkirin, wê wan li Lîbiyayê jî bê bandor bikin.
Ev pêşketinên li Lîbiyayê di demekê de dewleta Tirkan di hundirê xwe de di aloziya aborî û siyasî de ye, li Sûriyê jî çeteyên wê têk diçin û gelek herêmên xwe radestî rêjîma Sûriyê kirin, de pêk tê. Jixwe di aliyê dîplomasî de têkiliyên dewleta Tirkan xirab dibin. Di dawiya vê salê de wê rewşa Lîbiya û çareseriya tê xwestin diyar bibe.
Ji pêşketin û geşedanên li Lîbiya wê rewşa Sûriyê jî diyar bibe. Ji ber sînaryoya li Lîbiya pêk tê wê dawiyê li Sûriyê jî pêk were. Wê hêzên di Sûriyê de destwerdan kirine, dewleta Tirkan neçar bikin ji Sûriyê vekişe, bi vekişîna wê re wê çeteyên girêdayî wê nikaribin li ber xwe bidin. Di wê demê de yê herî zêde wê winda bike û ber bi tinebûnnê ve biçe, Erdogan û çeteyên wî ne.






