Delîl Mîrsaz
Dema çand rengê jiyanê be û em bixwazin çanda xwe nas bikin, pêwîst e em awirekê li jiyana xwe vedin û bizanin ka em çawa dijîn. Bêguman tê zanîn ku welatê me bi hezarê salan e di binê nîrê dagîrkeriyê de dinale û hawar dike û hawara wî nagihe to deran. Ev hawara hawara êş û azarên giran in ku dijmin weke dêwekî hov bi gezan parça ji laşê welatê me dike û dixwe. Parçeyên ji ber gezên wî mayîn jî, rengê laş û bedena welatê me dane guhertin. Ne welatê me xwe dinase û ne jî em êdî welatê xwe dinasin. Bêguman her kes bedewiya welatê me nas dike, lê şûna gezên dijmin bedena welatê me kirêt kiriye. Bi van kiryarên dijmin rengê jiyanê li ser singa welatê me kirêt bûye. Ji ziman bigire heta rabûn û rûniştina me, her tişt xirap kiriye. Her tişt çewaşe kiriye, her tişt weke ew dixwaze lê kiriye. Niha em li bedena welatê xwe dinêrin, gelek parçe jê kêm in û gelek parçe ji hev dûr in û gelek jî ji hev xerîb in. Mînak, heta temenê me bû bîst jî me nizanîbû ku Kurdên bi zaravayên cuda dipeyivin hene. Me nizanîbû ku Kurdên Elewî hene. Me nizanîbû Kurdên Yarisan hene. Me nizanîbû Kurdên Hewraman siyaçemane dibêjin. Me nizanîbû Lor û Kelhûr hore dibêjin. Me nizanîn bû Kurdên Elewî dayişan dibêjin û bi sedan û hezaran jî mînakên bi vî awayî hene. Herwisa Kurdên Ezîdî yên ku li nêzî me hebûn jî, li ber çavên me kiribûn marekî reş ku bi ti awayî me nikarîbû nêzî wan bibin. Bi kurtî ez dixwazim bêjim ku rengê jiyanê ango çanda me bi her awayî parçe kirine û gihandine asta ku em ji xwe dûr bin, ji koka xwe dûr bin û çi dibe bila bibe em du Kurd nikaribin li hev bikin û bi hev re bijîn. Di dawî de me dît ku dijmin çanda me, weke parçeyek eyne li erdê bikeve û parçe parçe bibe, dema tu lê binêrî di her parçeyî de wê yê piçûk de wêneyek xuya bike. Bêguman xwediyê eynikê neçar e wan parçeyên şkestî kom bike û wan wêneyên cuda hemûyan bide kêleka hev û wan bike yek wêne. Em jî niha bi rewşeke wisa re rûbirû ne. Eynika me ya mezin şkestiye û her parçeyekî wê wêneyekî cuda nîşan dide.
Bêguman ji bo ku em bikarin eynika xwe komî ser hev bikin, berî her tiştî divê em bi awayekî rast li dîrokê vegerin û xwe rast bixwînin. Eger me xwe rast xwend emê bikarin xwe rast nas bikin. Dema me xwe rast nas kir emê bikarin dijminê xwe jî rast nas bikin. Bi naskirineke rast emê bikarin têkoşîna vegera ser koka xwe jî rast bimeşînin. Dema Rêber Apo ji me re behsa taybetmendiyên mirovê şoreşger dikir digot, divê nêrîna wî ji dinyayê re nêrîneke rast be. Mebesta Rêber ji nêrîna rast ew bû ku em bikarin dîrokê rast bixwînin. Bêguman mijarên çandê yên ku divê em li ser wan binvîsin zêde ne, emê hewl bidin her carê yek ji van mijaran bikin rojeve nivîsa xwe û bi vî awayî emê hewl bidin parçeyên eynika xwe ya şkestî berhev bikin.






