Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xetereya bi darvekirina Ramîn hê didome

05/07/2018
in Uncategorized
A A
Xetereya bi darvekirina Ramîn hê didome
Share on FacebookShare on Twitter

Bertek û nerazîbûnên li dijî cezayê darvekirina siyasetmedarê kurd Ramîn Hisên Penahî dirome. Rêxistina Amnesty International nameyek ji bo betalkirina biryara darvekirina ciwanê Kurd Penah ji hikûmeta Îranê re şandibûn û xwestibûn ku hikûmet vê biryarê betal bikin. Di nameyê de îmzeya 33 hezar û 356 welatiyên Norwêcî têde cih girtibû. Piştre zêdetirî 2 hezar welatiyên medenî û mafê mirovan nameyek îmze kirin û xwestin cezayê darvekirinê yê Ramîn bê betalkirin. Parêzerê Ramîn, Hisên Ehmed Niyaz diyarkiribû ku daxwaza ji nûve destgirtina dosyaya Ramîn, ji aliyê Dîwana Bilind a Welêt ve hatiye red kirin. Birayê Ramîn, Ehmed Hisên Penahî jî vê agahiyê piştrast kiribû. Parêzerê Ramîn Hisên Penahî Huseyin Ehmedi Niyaz têkildarî rewşa Penahî agahî da û wiha got: “Dibe ku hasasiyeta civakê çê bûbe. Lê hêj muwekilê min di bin rîska cezayê înfazê de dijî. Dibe ku ez roja yekşemê li Girtîgeha Navendî ya Senendic (Sine) Penahî ziyaret bikim. Muwekilê min Penahî di bin çavan de rastî îşkenceyê hatibû. Ji ber îşkenceyê gurçika wî enfeksiyon girtibû. Bijîşkê girtîgehê di hizûra min û Ramin de rapora dermankirinê pêşkêş kiribû. Lê hêj nehatiye dermankirin. Li gorî Zagona Ceza ya Sîne, divê bi nivîsek fermî Ramîn li nexweşxaneyek taybet bê razandin. Lê tevî bijîşk rapor şand jî heta niha tu encam nehatiye bi dest xistin.”
Prz. Niyaz, herî dawî da zanîn ku her çend eleqe û hasasiyeta cemaweriyê çêbû jî her dem rîska cezayê Penahî têxin meriyetê heye. Niyaz, da zanîn ku mafê hevdîtina parêzer jî ji destê wan hatiye girtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.