Farûk Sakik
Piştî Reber Apo dîl hat girtin şerê du eniyan dest pê kir.
Aliyê yekê aliyê ku azadiya Ocalan dixwaze: Ocalan ji bo Kurdan, gelên bindest û mirovayiyê nirxekî pîroz bû. Rê û rêbazên xelasbûna ji sîstema modernîteya kapîtalîst û avakirina modernîteya demokratîk di vê paradîgmayê de bû. Ji bo vê jî gelek kes ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.
Aliyê duduyan jî aliyê ku tinebûna Ocalan dixwaze: Ocalan, bi paradîgmaya xwe, li Rojhilata Navî li dijî berjewendiyên dewletên desthilatên cîhanê dibû asteng. Ji bo vê yekê komplo dan destpêkirin.
Di sala 1998’an de dema Ocalan derbasî Ewropa bû, civaka ku azadiya wî dixwest bê amadekarî bû. Li Rêber Apo xwedî derneketin. Di dîplomasî û xebata lobî de ne xwedîtecrûbe bûn. Istixbaratên dewletên komploger di nava civaka Kurd de bi dû sîxûran ketibûn. Bernameyên Rêber Apo dihatin manîpûlekirin. Hin agahiyên ne rast jê re dihatin serwîskirin. Carna kontakta wî û rêxistinê dihat qutkirin.
Dema derbasî Roma bû êdî navnîşana wî diyar bû û Kurdên diyaspora Meşa Roma dan destpêkirin. Kurd li Roma bûn û xwedîderketineke mezin hebû. Hin israr û derfet hebûna wê Roma bibûya navenda çareseriya doza Kurdistanê jî.
Komplogeran ev yek dît û li Roma navenda ku Rêber Apo lê bû dorpêç kirin. Di serî de istixbarata Tirkan tevayiya istixbaratên dewletên komploger li wê derê bûn. Dewletên wan jî li dijî dewleta Îtalya siyaseteke dijminane dimeşandin. Zext didan ser serokwezirê demê Massimo D’Alema ku Ocalan ji Îtalya derkeve.
Sal derbas bûn rojnamevan Yûsûf Alkan di sala 2020’an de derbasî Îtalya bû û bi Massimo D’Alema re ji bo dokûmanterekê hevpeyvînek çêkir. Di hevpeyvînê de D’Alema digot serokê demê yê Amerîka Bill Clinton li min geriya û got, Ocalan ji welatê xwe derxe. Û dibêje min gotê, ev welatekî demokratîk e û em li gorî qanûnên xwe tev digerin.
Dema ku li Roma ev yek dibûn ji bo parastina wî eniyeke navneteweyî tinebû Kurd û hin dostên wan bi tenê bûn. Ji ber hin sedemên ku hê jî ne zelal in, Ocalan ji Roma derket û pêvajoya dîlgirtinê dest pê kir.
Dema di sala 1999’an de dîl girtin û radestî Tirkiyê kirin, ji bo Kurdan û kesên bi Ocalan bawerî anîbûn pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoya azadiya wî.
Komplogeran jî pêvajoya bi tecrîdê wî ji civakê qut bikin dan destpêkirin. Li Tirkiyê rejim ji bo rê li pêşiya îmaja wî ya rêbertiyê bigire ketibû nava hewldanan.
Bi demê re têkoşîna azadiya Rêber Apo derbasî qada navneteweyî bû. Li hemberî Komploya Navneteweyî eniya azadiya Ocalan ya navneteweyî hat avakirin.
Gelek kampanya û çalakî hatin lidarxistin. Pêngav îro ji bo azadiya Rêber Ocalan li Kurdistanê û qada navnetewî, bi tevlîbûneke mezin dewam dike. Di roja me de ji bo ku êdî encamê bigirin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin xebat tê kirin.
Di çarçoveya van xebatan de, ‘Inîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat avakirin. Ji bo di sala 1998’an de Rêber Apo ji Yûnanistanê derbasî Roma bû, sembolîze bike çalakiyek li dar xistin. 9’ê Mijdarê “Kêştiya Azadiyê” ya bi daxwaziya azadiya Rêber Apo, ji Yûnanistanê ber bi Îtalya ve derket seferê.
Dive ev Kêştiya Azadiyê berî her tiştî bibe sedem ku kêmayî, xeta û lîstikên sala 1998’an werin dîtin, ders were girtin û têkoşîna azadiya Rêber Apo ya qada navneteweyî were xurtkirin.
Neyê jibîrkirin çawa di dîlgirtina wî de kêmayiyên me hebûn, divê di azadkirina wî de jî berpirsyariyeke me ya mezin hebe.






