Idrîs Henan
Bi destpêkirina aloziya li vî welatî re, her tişt li gorî hewcedariyan bi awayekî xwezayî herikî. Lê wê herikîna xwezayî pir dirêj nekir û ji nişkê ve derxwezayî bû? Êdî li gorî dilê sponsor û ‘karbidestan’ berê herikîna xwe da tezeke kurtêlxwariya ku wê bi demê re derkeve ku mînakên wê nînin. Her ji rêderketinekê bi ‘gerek nake’ re dest pê kiribû. Ango; dema ku gelên Sûriyê banga xwebirêxistinkirinê dikirin, beredayiyên xwefiroş vîna gelê Sûriyê radestî şoşbanên nû yên herêmî û yên navdewletî dikirin.
Bi borîna demê re koşeyên tabloya teslîmiyetê û rûyê Sûriyeya pêşerojê ya ku dihat plankirin jî zelal dibûn. Wextek wisa bû ku kedîkirina civakê dihat xwestin. Peyayên wê biçek kirin û fena “mirya-an” berdan pêşiya keriyê çavgirtî. Bi sloganên bi peyvên azadiyê xemilandî qîrîna wan di qirika wan de xeniqandin. Êdî li şûna Sûriyê ji karbidestên xwe re qîr dikirin û şer dikirin.
“Gerek nake” tegîneke xwetêr û besdîtinê ye. Yanî hemû hewcedariyên xwenûkirin û reformê bêwate dimînin û deriyên guherîn û veguherînê tên kilîtkirin. Hişmendiyeke wisa di dîroka mirovayiyê de bûye sersebebê têkçûn û windabûna gelek civakan. Lê tevî vegotina dîrokî jî “enterên” Sûriyê bi israr bûn ku demxeyeke nû li wê hişmendiyê bixin û zanisteke nû ya kurtêlxwariyê lê bar bikin. Ji ber wê berî her tiştî lingê parastinê yê civakê qut kirin û bi vî rengî civakeke seqet li gorî dilê serdest û şoşbanan ava kirin. Bi têgîna “gerek nake” re welat di navbera mûdexelekeran de parçe bû û vîna şoreşgerî di landika wê de bênefes hiştin.
Bêguman dema îdeolojiyek yan felsefeyek ku bizava gelêrî bi rê ve bibe, nebe, wê çaxê her kes wê bibêje, “gerek nake”. Anog; gerek nake em serî hildin. Gerek nake em xwe bi rêxistin bikin. Gerek nake em xwe biparêzin. Gerek nake em bibin xwedîvîn û xwedîîrade. Gerek nake em bibin xwedîstatû. Gerek nake em bi zimanê xwe bixwînin. Gerek nake em bifikirin, ….. hwd.
Bi van ketinên li ser hev, meylên ber bi rastgiriyeke radîkal ve, cinsiyetparêzî, şideta ol, rêol, netewperestiya çors û xwefiroşiya heta mejiyê hestî, diyardeyên ku temsîla asoyên zinhî dikirin ku ji hemû hêmanan kes, kom û grop dihatin damezirandin. Li ser vî esasî, hindik yan zêde be jî, her kesî ji bo armnacên xwe kar kiriye. Lê di encamê de jî tabloya Sûriyeya îro ya bi saya felsefeya jiyanê ya Neteweya Demokratîk li ser lingan maye derketiye holê. Lê tevî vê yekê jî her du xetên “gerek nake” û “gerek dike” paralelî hev û hevrikiya Sûriyeyeke pirrengî kirin. Mîna hevrikiya kêvroşk û kêsûyê. Hemû kêvroşkên Sûriyê û yên li Sûriyê bin ketin û “kêsûyê” azadiya gelan ku tekane xwedî projeya çareseriyê bû, bi sebir û seman ber bi serkeftinê ve diçe. Ji lewra çiqas projeyên ku vîna xwe rehîneyî biryar û berjewendiya hêzên derve kiribûn hebûn, îro weke sifrê li aliyê çepê zêde bûne. Hebûn û nebûna wan bê qîmet bûye. Çi li Lîbya, Azerbîcan, Atyobya û Efxanistanê bimirin û çi jî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bimirin, xem nake. Ji bo wan “gerek nake”.






