Gulîstan Xalid
Li dû Mamê Yûsiv Hilêliyê, Qamişlo, Rojava û tevayiya Kurdistanê giriya
Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê bi şoreşa Rojava re cara yekê di erdîngariya lê djîn tama azadiyê his kirin. Ji ber wê di parastina xeta şoreşê de jî bi israr in. Dagîrkeriya dewleta tirkî û hêzên desthilatdar yên wê sor dikin vê ranagirin. Ji bo têkbirina şoreşê û şkandina îradeya gel û çavtirsandinê serî li her rê dan. Bi tevgerên herî paşverû yên vê serdemê re, hevkarî kirin û ji bo armancên xwe bi kar anîn. Dema bi bi van tevgerên paşverû yên weke DAIŞ, Cebhet Elnûsra nikarîn bigihin armancên xwe, vê carê dewleta tirkî ya dagîrker bixwe ket êrişê. Dibe ku hesab kiribin ku wê bi dagîrkirina hin cihan bikarin îradeya gelên herêmê bişkînini, tawîzan bigirin û gel teslîm bigirin.
Lê dema dîtin ku vê jî encam negirtiye, vê carê bi belafirên bêmirov êrîş kirin. Bûyera herî dawî jî bûyera li Qamişlo ya li taxa Hilêliyê bû. Şehîdxistina Mamê Yûsiv yê 85 salî û xizmên wî encama vê konsebta şerê dewleta tirk ya li hemberî gelê Kurd bi taybetî û îradeya gelên herêmê bi giştî ye.
Lê em bala xwe bidinê kesên dewleta tirkî bi vê rêbazê wan dike hedef ne kesên ji rêzê ne. Çima Mamê Yûsiv Gulo!… Mamê Yûsiv di aliyê fîzîkî de dîroka gelê Kurd yî 85 salî bû, di aliyê hiş û zanebûna xwe de dîroka Kurdistanê bû, di aliyê bîr û baweriya xwe û welatparêziya xwe de dîroka azadiya gelê Kurd û çanda wî ya berxwedanê bû. Kesayetên wiha her dem bibandor bûne di nava civaka gelê kurd de. Ji ber wê bi şehîdxistina Mamê Yûsiv Hilêliyê, Qamişlo, Rojava û tevayiya Kurdistanê giriya. Lewra kesayeteke wiha ji rêzê nebû, ew ne kesayetek bû, dîrokeke tijî nirx bû.
Dewleta tirkî îro bi vê rêbaza qirêj dixwaze gelê Kurd bêîrade, bêzanebûn, bêhiş, bêbîr û bêbawerî bihêle. Niha kesayetên taybet di nava civaka Kurd de dike hedef. Ji ber wê berteka me ya di cih de ew e ku em her ferdê Kurd zêdetir xwe zane bikin, bi rêxistin bikin û bi hev re yekdeng û yeksekin bin. Ji berê ve bav û kalên me Kurdan gotine “eger hûn nebin yek hûnê herin yek bi yek.” Yebûn di aliyê mejî û rêxistinbûnê de biwate ye. Eger em tev bibin Mamê Yûsiv û mîna gelek kesayetên di rêbazên wiha de bûyîn hedef, wê dagîrker nikaribin kesekî bikin hedefa xwe ya taybet. Dema em tev bibin yek û yek bibe her kes wê demê wû ti kes tenê namîne, her kes hev biparêze, li hev xwedî derkev û nebe hedefa êrişan.
Ji ber wê sekna herî rast û ya ku wê li hemberî dagîrkeriyê serkeftinê bîne ewe ku em li Mamê yûsiv xwedî derkevin û mînaka Kurdê şoreşger jê fêr bibin.






