Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

SARA, mafên jinan diparêz e

05/07/2018
in Uncategorized
A A
SARA, mafên jinan diparêz e
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Sara ji bo parastina mafên jinan xebat û têkoşîna xwe berdewam dike. Endama Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Fewziya Henîf diyar kir ku ji bo rizgarkirina jinan ew bi hemû rengî xebatên xwe dişopînin. Fewzîyeyê got, “Rêxistina Sara têkoşîna maf û azadiya jinan e.”

Endama Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Fewziya Henîf têkildarî xebatên saziyê got: “Ji bo em bikaribin jinan ji tundî û êrîşan rizgar bikin em ê bi hemû rengên cuda xebatên xwe bidomînin.”
Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Kantona Kobanê di sala 2015’an de hat vekirin û li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe. Endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê, Fewziya Henîf diyar kir ku şikandina tundiya li ser jinê ji xwe re kirine armanc û got: “Armanca me ew e ku em hemû jinan hembêz bikin, ji tundiyê biparêzin û parastina li dijî neheqiyê hînî wan bikin.”
Fewziyayê bal kişand ser derûniya jinan û wiha dewam kir: “Ji ber ku di civaka me de yên ku herî zêde rastî tundiyê tên jin û zarok in, di warê derûniyê de jî bandorên neyînî herî zêde li wan dibe. Loma me pêwistî bi beşa derûniyê jî dît. Di warê xebatên beşa derûniyê de jî em dixebitin. Lewra heta ku derûniya civakê ne baş be wê hemû tiştên din jî bi aweyekî bi rêk û pêk nemeşe. Ji bo tundiya her rengî ya li ser jinê em têdikoşin.”
SARA JI BO PARASTINA JIN E
Fewziyayê da zanîn ku Rêxistina Sara ji bo parastina mafê jinê dixebite û wiha pê de çû: “Em weke sazî hem bi pirsgirêkên jinan mijûl dibin hem jî bi perwerdekirina saziyan mijûl dibin. Di heman demê de di nava xebatên me de perwerdeya zimanê dayikê jî heye. Ji bo jin xwe nas bikin û bikaribin ku xwe bi rêxistinkirin bikin em panel, semîner, dewreyên perwerdeyê û civînan li dar dixin. Ev xebatana hem ji bo pêşketina jinê, hem jî ji bo pêşketina civakê gelekî girîng e.”Fewziyayê herî dawî wiha got: “ji bo jin rastî tundiyê neyên divê em bibin yek û têbikoşin. Heta jin rizgar nebe wê civak jî rizgar nebe. Rêxistina Sara têkoşîna rizgarkirina jinê ye.”…Nesrîn Mislim-JINNEWS/KOBANÊ

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.