Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê Erdoganê têkçûyî li riyeke din bigere

10/11/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Waaaa ENKS, bihabûn û NY çi ji hev re dibêjin!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Dewleta tirkî ya dagîrker ev 7 meh in êrişî herêmên Parastinê Yên Medya dike. Hemû cureyên pêşketî û yên qedexekirî jî bi kar tîne, lê nikare armancên xwe yên êrişê pêk bîne. Nikare tevgera azadiyê û gêrîlayên wê tine bike. Berûvajî gêrîlayên azadiyê derbên giran lê dixe û hemû baregeh û nuqteyên wan bûne hedefa gêrîlayan.

Erdogan dema êriş pêk anî, hêvî dikir ku wê di nava çend rojan de pêş ve bimeşin û herêmê bixin kontorla xwe. Hemû cureyên çekên qedexekirî bi kar anîn û PDK’ê piştgirî da wan, lê dîsa encam bi dest ne xist.

Di şerê xwe yê li dijî Rojava de jî Erdoganê ku ev demek e gafa êrîşeke nû li herêmên Rêveberiya Xweser dixwe di aliyê dîplomasî de gelek hewl dan. Li Soçî bi Pûtîn re hevdîtin pêk anî. Her du aliyan daxuyanî neda, lê tişta di axaftin û daxuyaniyên wan yên pişt re de diyar bû ku her du aliyan li hev nekiriye û Pûtîn hêviya êrişekê pêk bîne, nedaye. Gelek çavdêran got, dibe ku Pûtîn beramberî berdêleke zêde rê bide Erdogan, lê wer diyar e ev jî ne mûhtemel e. Eger Erdogan ev tişt kir, wê navbera wî û Cebhet El-Nusra jî di nav de çeteyên wî xira bibe.

Bi vê jî wê Erdogan gelekî winda bike. Dibe ku ev jî bibe sedem ku beşeke mezin ji çeteyan dev jê berdin û xwe biavêjin aliyên din. Ji ber wê jî wê Erdogan heta dawî hewl bide xwe dûrî Idlibê nexe. Rûsya jî ne mûmkin e bi berdêleke erzan rê bide Erdogan ku êrişî herêmê bike.

Erdogan neçar ma li riyeke din bigere. Belkî kesek weke Tramp jê re derkeve û rê bide êrişî gelê Kurd û rêveberiya xweser bike. Li vir jî siwar hat û peya çû. Biden zêde guh lê ne kir. Daxuyaniyên Jemss Jeferi ku ji Televizyona El-Herua re baş diyar dike li wir nikarîbû ti destkeftiyan bi dest bixe.

Ev pêşketinên em behsê dikin di demekê de aboriya Tirkiyê têk diçe û yek dolar giha ber 10 lîreyên Tirkiyê. Jixwe di mijara S-400 de û mijarên din de ne bi Amarîka û ne jî bi Rûsya re nikarîbû dengeyekê ava bike. Li gel van hemûyan niha behsa projeyeke nû ya danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê tê kirin. Her çendî Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê got bi ti awayî danûstandin di navbera wan û hikûmeta Şamê de çênebûne. Lê wer xuya ye ew axaftin û gotegotên tên kirin, di çarçoveya vekirina riyên danûstendinê de ne.

Rûsya ku hevkara Hikûmeta Şamê ye, di binê gefên dewleta tirkî û di binê zextên qebûlnekirina hikûmeta Şamê dixwaze Rêveberiya Xweser û MSD’ê bîne asta herî jêr ya daxwaziyan. Lê wer xuya dike planên wan li vir jî wê têk biçin û wê dawiyê ji neçarî danûstandin dest pê bike. Ji ber hikûmeta Şamê eger dest bi danûstandinan neke, êdî wê dawiya wê were..

Di nava vê tevliheviya di herêmê de yê winda dike Erdogan û aliyên xwe pê ve girê didin in. Roja Yekşemê fûze li baregehên Tirkiyê yên li Başîka jî ketin. Ev dane hemû nîşan didin wê Erdogan li riyên nû bigere û dibe vê carê berê xwe bide Rêber Abdulah Ocalan û di bin navê danûstandinan careke din daye destpêkirin, xwe ji aloziya xwe derbas bike. Eger ev bibe jî wê Erdogan ne cidî be û armanca wî careke din xapandin û hîlebazî be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.