Zekî Bedran
Her kes dihizire ku wê Tirkiye careke din êrişeke dagîrkeriyê bike. Lewra Erdoganê faşîst diyar kir ku wê êrişî Sûriyê bike û herêmên dagîrkirî fireh bike. Ji bo wê amadekariyê dikin. Berî êrişa ser Efrîn û Serê Kaniyê jî heman tişt kiribûn. Li ber çavan dest bi dagîrkeriyê kirin. Bê erêkirin û piştgiriya Amerîka, Rûsya û dewletên Ewropa Tirkiye nikare êrişî Sûriyê bike. Lewra ev dewlet bi rengekî li Sûriyê ne. Qada welêt ya hewayê di navbera Amerîka û Rûsya de hatiye parvekirin. Tirkiye ji bo qada hewayî neçar e destûrê bistîne. Êrişeke bê hêzên hewayî wê berdêla wê giran be û girtina encamê zor be. Ji bo êrişa li ser erdê ji sûriyeyiyan gelek kes kom kirine. Sûriyeyiyan ji bo dagîrkirina welatê wan bi kar tîne. Lewra dema leşkerên wan tên kuştin di nava rayagiştî ya Tirkiyê de gengeşe derdikeve. Gel şer dixe lêpirsînê. Lê ku cenaze neçin Tirkiyê ji bo Erdogan ne pirsgirêk e.
Erdogan li rex gefên êrişê bi Pûtîn û Biden re rûnişt. Ji bo êrişê li dû bazarê ye. Ka bi Pûtîn re li ser çi axivîne, bazareke çawa kirine nayê zanîn. Mixabin mijarên têkildarî çarenûsa gelan bi dizî dibin. Derbarê Sûriyê de gelê Sûriyê biryarê nade. Niha rayedarên Rûsya tişteke zelal nabêjin. Bi qasî ku tê fêmkirin wê û Tirkiyê hê li hev nekirine. Lê ti kes nabêje wê li hev nekin û garantiya garantiya wê jî nîne. Amerîka di vê mijarê de rihet xuya dike. Lewra ji herêmên li ser sînorê Sûriyê vekişiyane. Dema Trump herêmên Serê Kaniyê ji dagîrkeriyê re vekir hêzên xwe ji vê herêmê tenê nekişandin. Ji Minbicê heta Dêrikê ji tevayiya herêmên sînor kişandin. Lê qada hewayî ji Eyn Îsa heta Dêrikê di destê Amerîka de ye. Eger Tikiye êrişî van herêman bike divê Amerka qeda hewayî veke. Li aliyê din ji bo dagîrkirina deverên weke Kobanê jî ku Rûsya ji wan berpirs e, pêwîstiya wê bi desteka Amerîka heye. Yekîtiya erebî destekê nade dagîrkeriya Tirkiyê. Lê hêzên li dinyayê bibandor Amerîka û Ewropa ne. Ji bo wê Tirkiye derfetên xwe yên siyasî û dîplomatîk tevan bi kar tîne. Rêveberiya Şamê li hemberî dagîrkirina Tirkiyê nikare tiştekî bike. Di warê leşkerî de lewaz e. Weke din hişmendiya rejimê ya desthilatdar nahêle bi Kurdan û rêveberiyên xweser re li hev bikin û bibin yek. Eger rejim bi rêveberiyên xweser re li hev bike û bibin yek qada tevgerê ji Tirkiyê re namîne. Wê hevsengî tev bên guhertin. Rûsya niha naxweze Tirkiyê bîne hemberî xwe. Nakokî hene lê Erdogan herî zêde bi Pûtîn û Rûsya re hevdîtinê dike û gelek qadên ku li ser berjewendiyên hevbeş kirine hene. Ev hesabûn berjewendiyan fatûreya ku gelên Sûriyê didin giran dikin.
Derfet heye ku mirov geşedanên siyasî yên li herêmê dibin bi dirêjî binirxîne. Lê mijar ji nirxandinê derbas bûye. Divê mirov lê binêre; dema şer derkeve wê kî çi bike, wê têkilî û itîfaqûn li qadê çawa bin. Ji bo wê tevgera Rûsya, rejimê û herêmên xwser ya hevbeş ji bo paşroja Sûriyê pir girîng e. Di vê mijarê de niha geşedan erênî xuya dikin. Lê divê alî gavên baweriyê didin biavêjin. Ev hevbeşî wê ne pêşiya dagîrkeriyê tenê bigire, ji bo dema pêş jî wê xizmeteke mezin bike. Eger ev alî nêzîkî hev bibin û di nava wan de bawerî çêbe wê pêşiya aştiya Sûriyê vebe û wê dawiya dagîrkeriyê jî were.
Di vê mijarê de erkê mezin dikeve ser milê gelê Sûriyê. Dewleta tirkî bi tayberî dixebite ku gelên Sûriyê berde pêsîra hev. Demeke dirêj xebitî ku tovê bêbaweriyê di navbera Kurd û Ereban de biçîne û wan bi hev bide şerkirin. Lê heta niha bi ser neketiye. Tersê wê itîfaqa Kurd û Ereban her ku çû xurt bû. Li şûna ku yek li ser yê din bibe serdest, avakirina jiyaneke hevbeş di sîstemeke demokratîk de di mala hevbeş ya Sûriyê de neqandin. Tirkiyê piştî ku nikarî gelan bi hev bide qirkirin ew bixwe dikeve êrişa dagîrkeriyê. Berî niha hêzên weke DAIŞ, El Nusra û Ixwanî bi kar anîn. Ev jî bi ser neketin. Ji bo wê bi awayekî eşkere ket êrişê. Lê şkandina hewldana wê ya dagîrkeriyê ne pir zor e. Ji bo wê divê gelên Sûriyê di nava yekîtiyê de bin û îradeya xwe diyar bikin. Niha hêzên Sûriyê yên welatperwer, rewşenbîr û kedar divê berî gavekê bigihin hev û ji bo berxwedanê îradeya xwe diyar bikin. Dewleta tirkî Sûriye xist nava roxîn û felaketeke mezin. Êdî dem hatiye ku bê gotin bes e. Di serî de jin, ciwan û kedkar divê hêzên azadîxwaz yên vê welatî ji berxwedanê re pêşengiyê bikin. Li şûna reva ji welat, derketina Ewropa û jiyaneke koçberî divê li erd û paşroja xwe xwedî derkevin. Divê neyê jibîrkirin ku ji azadî û jiyaneke birûmet binirxtir tiştek nîne. Hêzên derve û dewletên mezin aştî û edaletê naynin. Ew li berjewendiyên xwe dinêrin.






