Idrîs Henan
Vê dawiyê her kesî siberoja Til Rifet, Kobanê, Minbic û tevayiya xeta bakurê Sûriyê mereq dikir ka wê ber bi kû ve biçe. Di binyada nîqaş û bazaran de bajarê Idlibê, di navbera terefên Soçî û Astana de, veguherîbû girêkeke kor. Lê gengeşeyên di koçkên Soçî derketîn de bi awayê pistepistan dihatin bihîstin. Li meydanê, aliyê başûrê gundewarê Idlibê, bakur rojavayê Helebê jî deng vedidan û cara yekê, piştî sê sal û nîv di ser dagîrkirina Efrînê re derbas dibin, topbaran û dengê teqereqa Rûs û rejimê bilind dibû.
Jixwe diyar bû ku wê rewşa li Sûriyê bi vî awayî nemîne. Diyar bû jî ku wê ‘rûpîvana hegemonîk’ ya di navbera her du qutbên ji agir yên hevrik ‘Amerîka û Rûsya’, wer vala ji xewnên Erdogan re namîne. Çiqas sûd jê girtibe, bajar û qismek ji cografyaya Sûriyê dagîr kiribe jî, ti gerantiya mayîndebûnê nade. Dibe ku berjewendiya siyaseta navdewletî û desthilatdariya heyî li Sûriyê rê ji dagîrkeriyê re vekiribe, lê ti caran rê nadin misyoneran ku di nexşandina tabloya dawî de bibin xwedîhêz. Ancax tenê misyoner bin û peywiran pêk bînin. Derveyî wê, xwe bi hebûna Rûsya û DYA’yê re rûbirûkirin, şaşîtiya stratejîk ya dagîrkeriya tirkî ye ku bandoreke xirab li dîplomasiya wê kiriye.
Bandor û encamên xirab ku îro desthilatdariya Tirkiyê ji ber çewisandina wê ji aloziya Sûriyê û herêmê re diçine, di tabloya hundirê Tirkiyê û nêzîkatiyên navdewletî de berbiçav bûne. Ji ber wan encaman îro dewleta tirkî ya dagîrker ku veguheriye hêlîna terora cihanî, di rewşeke îzolekirina siyasî û dîplomasî de ye. HDPê jê derxe, cara yekê ye partiyên di binê quba parlamantoyê de dibin du parçe û siyaseta Erdogan ya şerê dersînor bi erênekirina tezkeriyê ji aliyê beşek ji parlamentoyê ve, hat redkirin. Herwiha nêzîkatiyên DYA û Rûsyayê jî ew xistin nava kapasîteya ku jê re hatiye diyarkirin.
Îro Tirkiye ji ber siyasetên xwe yên bi rêbazên ‘enteriyê’ di krîzeke cidî de ye. Aboriya wê diherife, dijminên wê ji dostan pirtir bûne û li şûna hêmanekî istiqrarê veguheriye jêdera teror û nearamiyê.
Albros Kotraşîv; balyozê Rûsya li Îraqê dema ku rewşa li Efrînê wek ‘karesat’ bi nav dike, dêmekî qetek kirîzaTirkiyê vedibêje. Pişt re hevriyê wî yê li Sûriyê Alîksander Îvîmov ji ajansa Tas ya Rûsî re wiha got: “ Mixabin hê zû ye ku mirov bibêje teror li Sûriyê bi temamî têk çûye. Tevî bargeha terorê ya li Idlibê, metirsiya mayîna terora DAIŞ hê maye”. Bi van çend daxuyaniyên hevalbendên wê yên Soçî û Astana diyar dibe ku rûyê siyaseta Tirkiyê ya pişta xwe daye qirkirin û asîmîlekirinê ber bi tinebûnê ve ye.
Bi encamên hevdîtina bi serokê DYA Biden û daxuyaniyên pişt wê derketine re, gelek zelal bû ku êdî desthilatdariya li Tirkiyê nikare bi rêbazên berê siyasetên xwe bisepîne. Eger di wê zanebûna xwe de israr bike jî, bêguman wê şikestineke dîrokî ya komara ‘Ataturk’ çêkirî di ber çavan re derbas dike, bixwe.
Îro bi gefên xwe yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ku parçeyek axa Sûriyê ne, dewleta tirkî di stratejiya xwe ya ku aramî û ewleyiya herêmê dike amanc de bibiryar e. Vê yekê ji hêzên ku îro li hemberî projeyên Tirkiyê xwedî helwest in re isbat kiriye ku Tirkye bi destekdayîna xwe ji terorê û binpêkirina maf û hiquqa navneteweyî re, sedema sereke ya tevliheviya li herêmê ye. Ji ber wê pêwîst e hinek siza û tedbîrên girantir li bên sepandin ku li fonksyona jê re hatiye diyarkirin vegere.






