Faruk Sakik
Dîroka şerê psîkolojîk jî wekîe dîroka şer kevin e. Lê ti carî weke îro nehatiye bikaranîn.
Di warê şerê psîkolojîk de Komara Tirkiyê xwediya tecrûbeyeke mezin bû. Ev komar li ser şerê psîkolojîk hatibû avakirin.
Piştî serhildanan, qehremanên Kurdistanê yên dîrokî yên weke; Şêx Ubeydullah, şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Seîd, Simko, Seyîd Riza, Dr. Nurî Dêrsimî, Qazî Muhemed, Mustefa Barzanî û gelekên din wek paşverû û nokerên welatên biyanî propaganda wan ya reşkirinê dihat kirin.
Li Tirkiyê desthilatdarî bi giştî, di binê kontrola Saziya Şerê Taybet (ÖHD) yan bi navê xwe yê nû Fermandariya Hêzên Taybet (ÖKK) de ye. Ev sazî bi giştî rêbaza şerê psîkolojîk bi kar tîne.
Sal û dem derbas bûn bi damezirandina PKKê re şerek li dijî tevgera azadî hat destpêkirin. Li dijî têkoşîna neteweyî ya kurdî şerê taybet, şerê psîkolojîk dan meşandin. Koma Apoyiyan li kû derê bi rêxistin dibû, li wê derê şerê taybet dest pê dikir. Di nava gel de propagandaya reşkirina PKK’ê hebû.
Di dema salên 90î de serhildanan dest pê kir, wan dixwest ku di nava Kurdan de tirs û xofê belav bikin, baweriya Kurdan bişkînin û yekîtiya wan parçe bikin.
Di demeke wisa de şere psîkolojîk hat bîra wan. Lê di destpêkê de diviya civaka Tirkiyê bê iqnakirin. Ji bo ku dema şerê psîkolojîk li dar bixistan vê civakê bawerî bianiya.
Hemleya yekê gotin ev terorîst in, ev dijminên welatê me ne, dixwazin welatê me parçe bikin, Ev Ermen in.
Di destpêkê de ji bo PKK’ê tenê ev argûman dihat gotin, lê roj hat dema Kurd li dora vê tevgerê civiyan, wan jî taktîkên xwe guhertin û gel jî tevlî vî şerî kirin. Êdî her Kurd potansiyel dijmin bû.
Şer dest pê dikir, gerîla çalakiyên serkeftî li dar dixistin, lê wan di manşetê xwe de behsa serkeftina artêşa xwe dikir. Serkeftina gerîla vedişartin. Civakê jî bawer dikir ku tiştên di rojnameyên wan de hatîn nivîsîn rast in.
Êrişî gundan dikirin, sivîl dikuştin, kincê gerîla li wan dikirin û digotin me gerîla kuşt. Civakê bi van daxwiyaniyan bawerî dianî.
Heta jê hat, hem ji erdê ve hem ji hewa ve êriş pêk anî lê di yekî de jî bi ser neket. Tam berûvajî, pir caran şkest û neçar ma vegere.
Di roja me de, ji bo vê siyaseta pûç jî rêbazên şerê taybet yên herî erzan hatin bikaranîn; derew. Manîpilasyon û xapandina civakê…
Ji Rojava dest pê kirin. Li Rojava Kurdan azadiya xwe bi dest xistibû û ji bo xweseriya demokratîk têdikoşiyan. Dewleta Tirkan ya dagîrker li du tinekirina vê azadiyê bû. Lê diviya dîsa bi şerê taybet bi şerê psîkolojîk êrişî vê derê bike. Û wisa jî kir.
Ji bo ku ji êrîşên xwe re hincetan bibîne got, ji vê derê li dijî me tehdîteke mezin heye. Ji Rojava êrîşî me dikin, axa me û welatê me di binê metirsiyeke mezin daye. Civaka Tirkiyê bawerî anî. Dewletên Ewropa jî bawerî anîn, Rûsya û Amerîka li hev kirin, starta dagîrkeriyê dan. Êrişên dagîrkeriyê li Cerablûs, Bab û Ezazê, dest pê kirin, bi Efrînê, Grê Sipî û Serê Kaniyê dom kir.
Dema şerê dagîrkeriyê dest pê dikir, hin kesên kontra ku berê di saziya şerê taybet de xebitîbûn, wek pirsporên şer danîn, li ekranên Tv de bi saetan didan axaftin.
Di demên dawî de êrişên dagîrkeriyê yên li herema Başûr ku bi salan e dewam dike, 23yê Nisanê ket qonaxek nû. Dîsa bi teknolojiyeke mezin, bi piştgiriya hin hêzên navneteweyî û heremî, ev heft meh in ji êrişên dagîrkeriyê encam nedigirtin. Serî li şerê psîkolojîk dan.






