Dilya CIZÎRÎ
Di demên dawî de rewşa li Idlibê bûye mijareke sereke ku di rojeva hemû aliyan de ye. Serokê Rûsya Pûtîn di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re, xwest ku heta dawiya salê rewşa Idlib û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ya di lîsteya terorê de çareser bike. Balkêş bû, piştî daxwaziya Rûsya hêzên rêjîmê êrîşên xwe li derdora Idlibê zêde kirin. Di heman demê de bajarê Seraqib û deverên din ên başûrê Idlibê bi dijwarî topbaran kirin..
Li aliyê din jî di heman demê de dewleta tirkî tevgera xwe ya leşkerî li Idlibê zêdetir kir û ferman da çeteyên xwe hin guhertinan bikin. Li ser vê yekê Heyet Tehrîr El-Şam li Çiyayê Kurdan û Çiyayê Turkman ên Laziqiyê ku ser Idlibê ne, êrîşî komên din kirin. Hin kom hatin tesfiyekirin û di rêveberiyên çeteyan de hin guhertin hatin çêkirin.
Di heman demê de li herêmên Idlibê ku Erdogan û Pûtin berê bi navê “Herêmên bêçek” lê hatibû kirin, şer di navbera komên çete û alîgirên hikûmeta Şamê de gur bû. Rûsyaya serkêşiya pêşketinên li Idlibê dike, bi balafirên şer rojane navçe û bajarokên başûr û rojhilatê Idlibê bombebaran dikirin. Bombebaran heta giha navendên çeteyan ên Efrîna dagîrkirî.
Ev rewşa li Idlib û guhertinên wê li wir pêk werin, bêguman wê bandorê li tevahî dosya Sûriyayê bikin. Ji bo Kurdan Efrîn pir nêzî Idlibê ye û dibe rewşa li Idlibê guhertineke mezin li Efrînê jî çêke.
Di vê navê de Erdoganê ku ev demek e gefa êrîşeke nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, dibe ji bo rojeva li Idlibê bide guhertin, êrîşeke muhtemel di nava çend rojên pêş de li ser herêmên me pêk bîne.
Jixwe ji pêşketinên heyî diyar e hîn zemîn jê re amade nekiriye. Lê li gorî daneyan di nava çend rojên pêş me de, wê êrîşeke Artêşa Sûriyê, çekdarên Îranî bi piştgiriya ezmanî ya Rûsya li ser Idlibê hebe. Pê re wê şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dest pê bike. Lê vê carê wê şer ne wekî berê be, bi derketina Idlib ji destê çeteyên Erdogan wê opozisyona girêdayî Tirkiyê di aliyê siyasî û leşkerî de bandora xwe winda bike. Hebûna wan wê di qadên siyasî yên navdewletî de jî bêwatetir bibe.
Di heman demê de wê peymanên agirbesta di navbera Tirkiyê û Pûtîn û Erdogan û Tramp de ku sala 2019’an li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê imze kiribûn, ji holê rabe. Dibe ev jî bibe zemîneke nû ji derxistina Tirkiyê ji tevahî xaka Sûriyê.
Di dawiyê de jî em dikarin bêjin, çawa bi şerê Kobanê re têkçûna DAIŞ’ê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû. Wer xuya ye wê şerê li Idlibê û êrîşeke nû ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe destpêka tinekirina dagîrkeriya Erdgoan li tevahî xaka Sûriyê. Yenî wê ji Idibê dest pê bike û li Serê Kaniyê hebûna Erdogan bi dawî bibe.
Ji ber wê jî Erdogan û çeteyên xwe wê heta dawiyê hewl bidin Idlib ji destê wan dernekeve.






