Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ez axa xwe naterikînim û naçim

05/07/2018
in Uncategorized
A A
Ez axa xwe naterikînim û naçim
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşe Kabul di serdema qedexeya derketina derve de ji ber ku mala wê xera bûbû derbasî mala kirê bûbû lê careke din wê mala wê xera bibe û cara 3’emîn wê ji cihê xwe bibe. Mala Ayşeya 60 salî di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên koçberiyê 2 caran hatibû şewitandin. Lê Ayşe bi biryar e û dibêje, “Ez ji ser axa xwe naçim tu derê.”
Di salên 1990’an de bi polîtîkayên koçberiyê ji nav bajarên ku herî zêde bi bandor bû yek jê Şirnex e. Piştî qedexeya derketina derve Şirnex dîsa bi hilweşandinê rû bi rû ma û 8 kolanên wê hat hilweşandin û li dewsa wê TOKÎ hatin avakirin. Li bajarê ku li her derî û kuçeyên wê çirokên Kurdistanî qewimî ye, Ayşe Kabul a 60 salî 3 caran wê ji cihê xwe bibe.
Ayşeyê li hemberî TOKÎ’yan li malek ku ew ê jî wê hilweşandin de dimîne. Ayşeya ku di mala kirê de dimîne dê cara 3’emîn bibe şahidê hilweşandina mala xwe.
NEÇAR MA JI FEREŞÎNÊ DERKEVE
Ayşeya ku di salên 90’î de mecbûr ma ku ji gundên Feraşînê derkeve wiha behsa çîroka xwe dike: “Em li Feraşînê li gundekî diman. Mala me û ajalên me hebûn. Me amadekariya zivistanê jî kiribû. Piştre di şevekê de gotin hûn ê ji gund derkevin. Em jî mecbûr man ku tiştekî xwe negirin û ji gund derkevin. Piştî ku em derketin malên me xera kirin. Piştre em derketin û em hatin Şirnexê. Dema em hatin Şirnexê cihê ku em lê bimînin tunebû. Her wiha tiştekî ku em bixwin jî tunebû. Me herî dawî çadirek vekir û ez û zarokên xwe li wir man.”
MALA MIN 3 CAR HAT
ŞEWITANDIN
Ayşeyê pêvajoya koçberiya xwe ya ku hat duberekirin wiha rave dike: “Me mala xwe û pergala xwe ava kir. Rojekê dîsa me şevekê ji gund derxistin. Demekê em dîsa di kon de man. Piştre min û zarokên xwe me bi hev re malek bi destên xwe ava kir. Dawiyê dewletê got hûn dikarin dîsa vegerin gundê xwe. Em tevî ajalên xwe dîsa vegeriyan gund. Me mala xwe ya li gund dîsa çê kir. Me dîsa pergala xwe ji nû ve ava kir. Tam me got xelas bû dîsa li gund pevçûn dest pê kir. Top avêtin ser me. Me dîsa alav û ajalên xwe li gund hiştin û em hatin vir dîsa.”
EM JI VIR NAÇIN
Di sala 2015’an di serdema qedexeya derketina derve a Şirnexê de mala Ayşeyê dîsa hat hilweşandin. Lê Ayşe koçber nebû û dibêje; “Çi dibe bila bibe ez dev ji Şirnexê bernadim û naçim derekê.”
Ayşeyê got: “Dewlet naxwaze ku Kurd li vir bijîn. Naxwaze ku navê gelê Kurd li vir bê bihîstin. Neyartiyê li gelê Kurd dike. Kurd li ku be dibêje ez ê wir xera bikim. Lê çi dibe bila bibe em vir terk nakin. Heger li dijî vê hilweşandinê me berxwe dabe em ê bi her hawî li ber xwe bidin.”
…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.