Zekî Bedran
Dewleta tirkî ya qirker û dagîrker bi serkêşiya Erdogan belavkirina xerabiyê didomîne. Itîfaqa bi Erdogan û Bahçelî re hatî kirin Tirkiye ne li hundir tenê, ji bo Rojhilata Navî û dinyayê jî bûye çavkaniya xeterê. Niha her kes li bendê ye ka wê Erdogan kengê dest bi êriş û dagîrkeriyê bike. Êriş û gefên ser Sûriyê nû kirin. Gelek derdor agirbesteke giştî dixwazin. Dibêjin divê Sûriye ji nava pencên şer û roxînê derkeve. Lê Erdogan tersê vê dike. Hêzê dişîne Sûriyê û li parlamentoyê ji bo du salan tezkereya şer da qebûlkirin. Erdoganê faşîst ji bo standina erêkirina êrişê bilezûbez dixebite. Lewra bê destûra Amerîka û Rûsya nikare êrişeke bibandor bike. Naveroka hevdîtin û bazara bi Pûtîn re tam nayê zanîn. Niha dixwaze destekê ji Biden bigire. Eger Rûsya qada hewayî veneke nikare êrişî rojavayê Firatê û Kobanê bike. Dibe ku êrişî devereke piçûk bike hin çeperan bi dest bixe û serkeftina xwe ragihîne. Heman tişt ji bo xeta Eyn Îsa jî derbas dibe. Qada hewayî ya rojhilatê vê herêmê di destê Amerîka de ye. Ji ber wê êriş û dagîrkeriya bibe wê derveyî Amerîka û Rûsya be. Gelê Sûriyê û dinya tev vê rastiyê dizanin.
Rûsya j bo rojhilatê Firatê Tirkiye germ kir. Bi xwest hem Kurdan lewaz bike, hem Amerîka ji herêmê derxe, hem nakokiyên navbera Tirkiye û Amerîka kûr bike. Çawa ku dema Tirkiyê Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin, Minbic jî di navê de Amerîka heta Qamişlo paş ve çû. Bê ku berdêlekê bide Rûsya heta Dêrikê çû. Leşkerên Sûriyê anîn li seranserê xeta sînor bi cî kirin. Beşeke girîng ya qada hewayî ya rojhilatê Firatê xist destê xwe.
Tirkiye dixwaze Kurdan ji tevayiya rojavayê Firatê derxe. Dagîrkirina Efrînê bes nabîne. Dixwaze heta sî km. dagîr bike. Ku wisa bike wê li Sûriyê Kurd tine bibin. Lewra Kurd bi giranî li nêzîkî xeta sînor in. Dewleta tirkî ya qirker ji van herêman dibêje ‘korîdora terorê.’
Tirkiyê bermayiyên DAIŞê û El Nusra li herêmên dagîr kirîn bi cî dike û bi çek dike. Wan ji bo dagîrkeriyê bi kar tîne. Li herêmên dagîr kirîn ev çete êrişî gel dikin. Herêmên dagîrkirî kirine bihişta kiryarên sûc. Li deverên çete lê hatîn bicîkirin derfeta mayîna Kurdan nemaye.
Erdoganê faşîst dinyayê biqail dibîne. Qaşo ji bo ku li Idlibê koçberî nebe El Nura diparêze. Dibêje, eger artêşa Rûsya û Sûriyê êrişî vên herêmê bikin wê bi sedhezaran mirov koç bikin û Tirkiye nikare rake. Lê ew bixwe êrişî herêmên ewle dike û dibe sedem ku bi sedhezaran mirov koç bikin. Piştî dagîrkirina Efrîn û Serê Kaniyê bi sedhezaran mirov ji warê xwe bûn. Dinya çi dibêje bila bêje, çi were serê gelan bila were ne li xema wî ye. Mirovayî, hiqûq û qanûnên şer jixwe naynin bîra xwe jî. Tişta ku jê fêm dikin hêz e. Dema li hemberî xwe hêzê dibînin disekirin, ku tinebe dikarin agir berdin dinyayê.
Hikumeta Erdogan li başûrê Kurdistanê şerekî bêsînor dike. Ji bo pêwîst nabîne destûrê ji ti kesî jî bigire. Lewra Amerîka û NATO li hemberî PKKê û gerîla destekeke bêsînor dayînê. PDK û hikumeta Iraqê jî bi Tirkiyê re tev digerin û li dijî dagîrkeriyê dernakevin. Digel ku bi êrişa hewayî ya giran encamê nagirin çekên kîmyayî bi kar tînin. Amerîka, welatên Ewropa û Rûsya çavê xwe ji vê re jî digirin. Ev bêdengî cesaretê dide Erdoganê faşîst û ji bo êrişên nû germ dibe. Eger dinyayê helwesta diyar bikira wê nikaribûya evqas pêş ve biçe. Hêzeke wî ya wisa nîne. Aboriya Tirkiyê nêzîkî iflasê bûye. Gel di nava xizaniyê de ye. Bi navê heq û edaletê tiştek nemaye. Fatîhe li ser demokrasiyê xwendin. Eger niha hilbijartinek çêbe şansê Erdogan yê serkeftinê nîne. Ji bo wê pêdiviyê bi şer dibîne. Wê bixebita ku bi şer û tevgerên dagîrkeriyê ser pirsgirêkan bigire û pêşiya hilbijartinan bigire.
Ka wê AMerîka û Rûsya bi Tirkiyê re çawa li hev bikin û bazarên çawa bikin em nizanin. Lê Erdogan çawa ku qelebalixê dike hêza wî nîne. Em vê baş dizanin. Em hêvî dikin ku li dijî gelên cîhanê û aştiyê ev dewlet xwîna nû dedin Erdoganê faşîst. Lê Erdoganê ku desthilata wî di xeterê de ye ji bo derxistina şer tişta ji destê wî were wê bike. Ji bo wê divê hêzên dinyayê yên alîgirên aştiyê hêza aştiyê ya bibandortir bi rêxistin bikin. Gelên Sûriyê yekser amanca êrişan in. Berpirsiyariya giran li ser milê wan e. Divê bêdudilî bikevin tevgerê û li hemberî dagîrkeriyê di bendên berxwedanê de ciyê xwe bigirin. Wê serkeftin bibe ya kesên ji bo heq û edaletê li ber xwe didin.






