Meclîsa Jinan a HDP’ê got, “Polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya li jin û zarokan, Leyla û Eylul dan kuştin.”Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo ku rejîma AKP-Qesrê tu tevdîrên parastina mafên zarokan pêk neanîne, bihêlin pêşîlêgirtina windabûna zarokan, êdî pêşî li revandin û kuştina wan jî nayê girtin. Li gorî daneyên TUÎK’ê, di nava 8 salên dawî de bûyerên windabûna zarokan ji 100 hezarî derbas bûne û tenê di navbera salên 2008-2016’an de ji gelheya 16 welatan zêdetir zarok winda bûne.”Di daxuyaniyê de berpirsyarê van bûyeran, polîtîkayên hikumetê hat diyarkirin û wiha hat gotin: “Em vê baş dizanin ku; yek ji sedema herî girîng a zarokan bi vê rewşê re rûbirû dihêle, ji perwerdeya paşverû ya li ser civakê didin ferzkirin heta kêmbûna cezayê kesên li ser zarokan îstîsmar dike ye. Ev rewşa ku tê jiyîn rewşên awarteyî nîn in, berovajiyê wê encama hewldanên AKP’ê yên ku dixwaze nifşeke dijminê jinê, zayendîperest biafirîne ye.Em weke Meclîsa Jinan a HDP’ê, dibêjin ku divê tundî û îstîsmara li ser zarokan weke mijareke ser partiyan re bê destgirtin û ji bo peydakirina çareseriyeke ku hemû beşên civak bê tevlîkirin, xebat bên meşandin.”






