Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çand bi jinan tê parastin û pêşxistin

05/07/2018
in Uncategorized
A A
Çand bi jinan tê parastin û pêşxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Yekemîn parazvana çandê jin in. Di destpêka şaristiniyê de ji bo pêşxistina jiyana hevpar û çandê jin bi roleke sereke rabuye. Vê rola xwe ya roja îro jî didomîne. Di jiyana mirovahiyê de destar amûrekî girîng yê jiyanî ye. Jina bi navê Nahîde Daban ya ji Kobanê ku niha li Til Temir rûniştiye bikaranîna destar çanda kenveşop didomîne.

Jinên kurd çanda xwe ji windabûnê diparêzin. Ji wan jinên ku çanda xwe diparêzin yek jî Nahîde Daban e ku heta niha destar bi kar tîne. Nahîde wiha dibêje, “Di tevahiya dîrokê de yên ku herî zêde çanda xwe parastin û lê xwedî derketine jin in û divê ku ji îro û pêde jî vê çanda xwe biparêzin.”
Wekî li her derê li Rojavayê Kurdistanê ji dîrokê û heta niha jin parastina alavên dîrokî yên wekî destar dikin ku destar çanda herî kevnar a ku jinan heta roja îro parastiye. Her çiqas alavên pêşketî jî derketibin lê jin her dem bi armanca ku vê çanda xwe biparêzin, nîsk, genim û hwd. ku pêdiviya wan pê hebe bi destar dihêrin.
Nehîde Daban a 45 salî ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye û li bajarê Tiltemrê yê herêma Cizîrê dijî heya vê kêliyê jî destar bikartîne. Nahîde sedema bi karanîna destar wiha vedibêje: “Jin xwedî li çanda jinên afrîner ên dîroka kevnar derdikevin û ev çand heta roja îro anîne. Jinên kurd heta asta dawiyê li çanda xwe xwedî derketine û destar jî çandeke wan e.”
EZÊ ÇANDÊ BIPARÊZIM
Nehîde armanca xwe ya bikaranîna destar wiha vedibêje: “Destar xwezayî ye û tişta ku tu pê bihêrî xwezayîbûna xwe winda nake. Niha dema hêrandina nîsk û genim e ez nîskên xwe bi destar dihêrim. Ji ber ku tameke cûdatir dide mirovan û heta roja îro bi ked û parastina dayikên me heta roja îro hatiye. Ez naxwazim ku ev çand ji holê bê rakirin.”Nehîde ya ku çanda gelê kurd a resen ji wêndabûnê diparêze wiha pêde çû: “Di her demsalê de ez destar bi kar tînin bi armanca ku ez vê çanda gelê kurd ji windabûnê biparêzim. Çiqas ku çand were parastin ewqasî jî dîrok tê mayîndekirin.”
Nahîde bang li hemû jinan kir ku li çanda xwe xwedî derkevin û wiha dawî li axafitina xwe anî: “Divê jin xwedî li çanda xwe derkevin û bi taybet jî li çanda jinên afrîner ku hat roja îro ji berhemên wan sûdê digrin. Di çanda jinên afrîner de jiyaneke komînal jî heye. Dema ku jin ji bo karê hêranê li dora destar û her wekîdin amûrên dîrokî kom dibin çanda stranbêjiyê jî li wê derdikeve holê. Jinên ku li dora destar kom dibin li gorî ahenga dengê destar ku derdixe stranan jî dibêjin û çanda stranbêjiyê pêşve dibin. “…Songul ŞÊXO-TILTEMIR/JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.