Rojnameya Ronahî

Li Hesekê û Minbicê şehîdên Îlon û Cotmehê hatin bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Hesekê merasima bîranîna 265 şehîdan yên di demên cuda de meha Îlon û Cotmehê şehîd bûyîn, li dar xist. Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo di merasimê de diyar kir ku hêzên wan wê li hemberî êrişên li ser herêmên wan bêdeng nemînin.      

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasima bîranîna 265 şehîdên ku di meha Îlon û Cotmehê de şehîd bûne, bi rêxistin kir.

Bi sedan şêniyên Hesekê, malbatên şehîdan, endamên navend û saziyên sivîl ên bajêr û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di merasîmê de amade bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ehmed Esed di merasîmê de bal kişand ser berxwedan û fedakariya şehîdên ku di parastina axa xwe de şehîd bûne. Esed got şehîdên ku li çiyayên Kurdistanê û Rojava şehîd bûne, ji bo ku hemû pêkhateyên herêmê bi rûmet û azad bijîn, canê xwe veda kir.

Esed wiha lê zêde kir: “Van şehîdan ji bo projeya biratiya gelan xwe kirin qurbanî, ax û rûmeta me parastin. Bêyî van şehîdan me îro nedikarî li ser axa xwe bimînin û projeya xwe ya demokratîk ava bikin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo jî diyar kir ku şehîdan çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk têk bir û got: “Hebûna me şehîd û rêberên me ne. Em hêza xwe ji malbatên şehîdên xwe digirin.”

Selmo da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk bi desteka xayinan êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Selmo di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser girîngiya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina koçberan li malên wan, kir.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên 265 şehîdan xwendin û sînevîzyoneke têkildarî şehîdan hate pêşkêşkirin.

ANHA