Rojnameya Ronahî

2 kesên li Kobanê di saziyan de gendelî dikirin, hatin girtin

Pêngava li dijî kesên ku bertîlê belav dikin û dizî, gendelî û sextekariyê dikin, dewam dike. Li Kobanê 2 kesên ku di nava saziyên QSD’ê de gendelî dikirin û gelek pere dizîne, hatin girtin.

 

Têkoşîna li dijî gendeliyê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Herî dawî li Kobanê komeke din ku di nava saziyên QSD’ê de gendelî dikir û gelek pere dizîne, hate girtin.

Kesên bi navên A.H.H û A.M.D ji ber dizî, bertîl, sextekariya belgeyan, belavkirina bertîlê piştî lêpirsînan veguhastin dadgehê.

Dadgehê 5 sal ceza li A.H.H. û 10 sal ceza jî li A.M.D birî. Her wiha li her du sûcdaran cezayê pere jî hate birîn.

ANHA