Rojnameya Ronahî

Desteya Perwerdeyê perwerdeya jidûrve da destpêkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser civînek berfireh li dar xist û tê de sîstema perwerdeya jidûrve ji bo qonaxa navî û amadeyî yên sala 2021-2022`yan aktîf kir.

Civîna Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû deste û komîteyên perwerdeyê yên rêveberiyên sivîl û xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hat lidarxistin. Civîn ji bo nîqaşkirina zehmetiyên ku rastî xebatên perwerdeyê tên, nexasim li gel belavbûna vîrusa Koronayê û biryarên pêkanîna qedexeyê û bi demkî girtina dibistanan bi taybet bi demsala zivistanê de, hat lidarxistin.

Di civînê de geşedanên dawîn hatin nirxandin, nexasim sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, gefên wê yên êrişkirina herêmê, gavên berçav ku Rêveberiya Xweser piştî rizgarkirina Reqayê avêtin, hevdîtinên siyasî yên MSD`ê yên li hin welatan pêk anîne û di serî de li DYA`yê, her wiha naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Katalonyayê ve.

Her wiha mekanîzmaya belavkirina pêwîstiyên dibistanan wekî sobe, mazot bi hatina zivistanê re û tedbîrên xweparastinê yên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê, serjimara dibistanên ku divê werin sererastkirin, dayîna planên aktîfkirina wan û peydakirina pirtûkên dibistanan jî hatin nîqaşkirin.

Girîngtirîn rojeva civînê ew bû ku xwendekarên çend salan ji xwendinê qut bûne, çawa dikarin xwendina xwe dewam bikin.

Di dawiya civînê de biryara sîstema perwerdeya jidûrve (hur) ji bo xwendekarên qonaxên navîn û amadehî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn.

ANHA