Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çîrokek 2 hezar û 700 salî: Gola Rûsayê

05/07/2018
in Uncategorized
A A
Çîrokek 2 hezar û 700 salî: Gola Rûsayê
Share on FacebookShare on Twitter

2 hezar û 700 sal in Wan ji ava Gola Rûsayê sûdê digire. Qiralê Ûrartûyê yê II. Rûsa li navsera çiyayên Kûh, Qazan û Erekê bi bendan Gola Rûsayê çêkiriye.
Gola Rûsayê ku di navbera navçeya Payîzava û Qelqeliyê de ye, 2 hezar û 700 sal in bi ava xwe ji bo Wanê goleke bivê nevê ye. Qiralê Ûrartûyê yê II. Rûsa, bi bendan ev gola çêkiriye. Ji ber ku quling tên dora golê, navê Gola Qulingan jî lê hatiye kirin. Her wiha ji ber ku nêzî Taxa Keşîşê ye, jê re Gola Keşîşê jî tê gotin.
LI NAVSERA ÇIYAYAN HAT ÇÊKIRIN
Gola Rûsa li navsera çiyayên Kûh, Qazan û Erekê ku di navbera navçeya Payîzava û Qelqeliyê de ne hatiye çêkirin. Ji ber ku li hêla wê ya rojava û bakurê rojava du bend hatine çêkirin bûye gol. Dema berfa ku zivistanê dibare û biharê dihele, ava ku kom dibe di bendan de xwe digihîne Gola Sîhkeyê ku li navenda Wanê ye. Her wiha ji bo ava ku di cihokeke teng de pêşiya wê hatiye girtin û kom dibe, bendek nû hatiye çêkirin. Bi vê bendê herikîna avê bi lez çêdibe û xwe digihîne navenda Wanê. Ev ava ku li quntarên Çiyayê Erekê kom dibe, herî dawî xwe digihîne Gola Sîhkeyê ya li navenda bajêr. Bi vê avê erd tên avdan.Ji bilî vê Gola Rûsayê bala turîstên xwecihî û biyanî tev de jî dikişîne. Quling, weredek, qaqlîbaz û gelek çivîkên din li dora vê golê kom dibin û ev yek bala wênekêşan jî dikişîne. Ji ber ku derdora golê qemirgeh e çivîk tên li dorê datînin. Her wiha li qeraxa golê kulîlkên reng rengî jî şîn tên û ev yek jî bala wênekêşan dikişîne…Mujdat Can/MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.