Faruk SAKIK
Di Hezîrana 1919’an de serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî hebû. Li dijî Ingilîzan ji bo azadiya Kurdistanê şer dikir. Dema Ingilîzan di şer de encam negirt, wezîrê şer yê demê Winston Churchill, fermana êrişên hewayî da. Cara yekê bû, li cîhanê li dijî serhildêran balafir dihatin bikaranîn. Dîsa encam negirtin. Vê carê li ser daxwaziya Churchill, li 2 fîloyan xaza Xerdelê bar kirin û berê wan dan Kurdistanê. Salên şer bûn û tifaqa dewletan bi hev re hebû. Ti kesî hesabê van çekên kîmyayî nekir.
Sal derbas bûn, di pêvajoya komkujiya Helebce de Sedam ji dewletên Ewropa madeyên kimyayî, ji Rûsya makîneyên mîkserê anîn li Iraqê xaza jehrî hilberand. Li dijî Kurdan bi kar anî. Cîhan bêdeng ma.
Wê demê di salên heştêyî de Sedam dostekî mezin yê Rojava bû. Gelek pere jê qezenc dikirin û ji bo avakirina laboratuwarên kîmyayî û biyolojîk ekîpman jê re dişandin Iraqê.
Piştî komkujiya Helebce 8 zanyarên rojavayî derbasî Helebce dibin ku yek ji wan jî Prof. Dr. Heyndrickx bû. Di sala 1992’yan de Dr. Heyndrickx raporekê amade dike û pêşkêşî dewlet û saziyên Ewropa dike. Di hevpeyvîneke xwe ya Roj TV ya 2005’an de digot; “Min rapora xwe ya derbarê rewşa Kurdan de pêşkêşî dezgehên navneteweyî kir, lêbelê ti kesî di qada navneteweyî de tiştek nekir. Li Laboratuwara xwe ya Gentê, min ji Xaça Sor re bikaranîna çekên kîmyayî û biyolojîk isbat kir, min ji wan re nimûneyên analîzkirî pêşkêş kirin, lêbelê civata navneteweyî tiştek nekir. Dema min rapora van xazan pêşkêş kir, ji min re gotin; van neweşîne, lewra wê Sedam hêrs bibe û emê nikaribin pê re aştiyê bikin.”
Dewleta tirkî bi awayekî bêperwa çekên kîmyayî, xazên jehrî û bombeyan bi kar tîne. Li Zap, Avaşîn û Metîna bi sedê caran ev bombe hatine bikaranîn. Herwiha bi dehan gerîla jî şehîd xistine.
Weke salên Helepce gotinên ji bo Sedam dihatin gotin, îroj ji bo Erdogan tên gotin. Erdogan hêrs bibe wê pêşî li pêla koçberan veke.
Doh çawa li Helebce bêndeng û sûcdar bûn îro jî li hemberî gerîlayên Kurdan û Kurdistaniyan ev çek tê bikaranîn dîsa bêdeng in.
Dr. Heyndrickx di nava hevpeyvînê de digot; heta Kurd nebin hêz wê bêdengiya Ewropa dewam bike.
Îro Kurd xwedîhêz in. Wê Kurd li bendê nemînin ku Amerîka-Ewropa werin mûdaxeleyê cîhekî bikin û wê demê wê hesab bipirsîn. Na…
Jixwe wa ye li Rojhilata Navî di nava şer de ne. Ji bo Tirkiye bi kar bîne, ji êrişên qirkirina Kurdan û li hemberî gerîla bikaranîna çekên kîmyayî re bêdeng dimînin.
Ji 1997’an ve ev çek bi peymaneke ji aliyê 197 dewletan ve hatine qedexekirin. Ev yek di heman demê de wek sûcekî şer jî hatiye destnîşankirin.
Ji bo kontrolkirina van sîlehan saziyek jî hatiye avakirin û navenda wê li Laheyê ye. Lê tevî ku sazî heye û peyman hene, dewleta tirkî li dijî gelê Kurd û gerîlayên wî van bombeyên kîmyayî bi kar tîne.
Yekîtiya Ewropa van peymanan binpê dike û piştgiriyê dide dewleta tirkî ku çekên kîmyayî bi kar tîne.
Eger ev piştgirî nebûya wê Erdogan evqas rehet tev negeriya û bikaranîna van çekan bi israr nebûya. Ji bo ku Yekîtiya Ewropa heta dawî piştgiriyê dide qirkirina Kurdan, Kurd û dostên wan jî li her deverê têkoşîn dane destpêkirin.
Kurdan ji dîrokê ders girtiye wê bi têkoşîna xwe nehêlin dîrok xwe dubare bike. Divê Kurd li navendên Ewropa bi dengê xwe doh bîra wan bixin û bêdengiya îro bişkînin.






