Idrîs Henan
Di pêvajoya têkîliyên Rûsya-Tirkiyê li Sûriyê de, Rûsyayê her hewl daye Tirkiyê li dijî bloka NATO ji bo berjewendiyên xwe bide xebitandin. Rûsyayê her çilekiyên Tirkiyê li herêmê çewisandine. Serweriya hikûmeta Şamê li ser axa Sûriyê berfireh kiriye û rejîma desthilatdar ji binkeftineke misoger rizgar kiriye. Hemû idiayên Rûsya yên serkeftinê bi van rêbazan pêkan bûne. Ango bi rêbaza zordariya ku tirsandinê esas digire projeyên xwe li Sûriyê û herêmê jiyanî kirine. Çawa ku beriya salekê li dijî hikûmeta Ermenistanê qebedaytiya Eliyev û Erdogan li Qerebaxê weke şêwazekî terbiyekirinê bi kar anî, li Sûriyê jî van salên dawî di têkîliyên xwe yên bi Tirkiyê, QSD, Îran û Rejîma Sûriyê re, ew rêbaz gelek beloq bûye. Rûsyayê bi vê mekanîzmaya xwe rûpîvanek mezin ji cografyaya Sûriyê ji destê Tirkiyê û çeteyên wê derxistiye.
Dijatiya dewleta Tirkan a dagirker ji Kurdan re ew kor kiriye ku di nava tawîzdayînê de fetisiye. Vê rewşa nijadperest a Tirkiyê, welat aniye keviya hilweşînê û civak ji hev xistiye. Her daholên şerên dersînor lê dide, komên çete kom dike û dîzayin dike û dîsa jî nikare daxwazên Rûsyayê pêk bîne. Ji lewra Tirkiyê berê xwe da heman rêbazan û wê rojê li bakur rojhilatê Ukranya li Donbasê balefirên ‘Beyreqdar’ xistin dewrê û li alîgirên Rûsyayê da. Tirkiyê bi vê gavê re hewl da du çivîkan bi kevirekî bîne xwarê. Yek jê rizamendiya Koçka Spî ku hevdîtina bi Erdogan re li zîrweya G20 qebûl bike, ya din jî hinek awantajan li hemberî Rûsya li Sûriyê bi dest bixe ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê bike.
Rûsyayê ev name baş fêm kir û di heman rojê de, li tevahiya eniyên çeteyan, ji Idlibê heya Babê were balerfirên xwe gerandin û cara yekem li bajarê Sermede yê li ser sînorê Tirkiyê da. Her wiha li gelek cihên dîtir ên nêzî bargehên leşkerên Tirk da û li ser zarê wezîrê karê derve yê Rûsyayê Lavrov û axêverê bi navê Kirêmlên Bîskov nameyên ku dihêlin Tirkiyê çend caran li ser hev bifikire derketin.
Tirkiyê difikirî eger hinek tawîzên li ser rêya Heleb-Laziqiyê, ango başûrê xeta M4 bide, gengaze Rûsya tezkereya destwerdaneke wê ya nû qebûl bike. Heya ku dirustbûna niyetên xwe yên tawîzdar ji Rûsyayê re isbat bike, berê çeteyên Hey’et Tehrîr Alşam ‘Alnusra’ li bakurê Laziqiyê -çiyayê Altirkmen da çeteyên biyanî yên Cind Alîslam û li bajarê Cisir Alşixûr berê wan da çeteyên Cind Alşam.
Dewleta Tirk a dagirker li vir jî li ber hinek niyetan bû. Yek dixwaze xalên girêkok ên di derbarê pêkanîna lihevkirinên dûrxistina çeteyan ji rêyên bazirganiyê bi Rûsyayê re çareser bike, dudu jî hewl dide koma çeteyên Alnusra rewa bike. Bi vî şêwazî hewl dide ji erk û berpirsyariyên xwe li hemberî itîfaqên bi Rûsyayê re bireve û li dijî têkoşîna gelan destûra destwerdanek nû werbigire. Em naxwazin bibêjin ku Rûsya van tawîzên Tirkiyê qebûl nake, lê gelo êdî ev tawîzên Tirkiyê têrê dikin ku destûra destwerdanekê werbigire?
Diyar e hesabên herêmî, navdewletî, tewazina hêzê li meydanê û hevkêşeya li Sûriyê û herêmê rê nade van çilekiyên Tirkiyê. Ihtîmala şerekî ewqas berfireh lawaz dimîne, lê bêguman dê cih bi cih şerên çokdanînê derkevin ku hevkêşeya hêzê ya nû bê ferzkirin.






