Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bûyerên îro û tesbîtên Rêber APO

31/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Piştî her zivistanekê behare
Share on FacebookShare on Twitter

Gulîstan Xalid

Berî 23 salan; di 9ê Cotmeha sala 1998’an de; Rêber Apo ji ber komployeke navneteweyî ku gelek hêzan bi awayekî yekser yan ne yekser; eşkere yan ne eşkere cihê xwe tê de girtibûn; neçar ma ku ji sûriye derkeve. Dagîrkeriya dewleta tirkî hê di wê wextê de jî gefên êrişkirinê li sûriyê dixwarin û bi hezaran leşkerê xwe li ser sînor bi cih kiribûn.

Heman rojê ku ev roj ji bo gelê Kurd roja destpêkirina komploya navneteweyî ye, berî du salan  dîsa 9’ê Cotmehê dagîrkeriya dewleta tirkî êrişî Girê Spî û Serê Kaniyê kir. Di encama van êrişan de ev herêm hatin dagîrkirin. Ev dîrok ku bi taybetî ji bo êrişan hilbijarin ne tesaduf bû. Girêdana van êrîşan bi taybetî yên ku li ser şoreşa Rojava û bi giştî li ser gelê Kurd û gelên herêmê bi rastiya komploya li hemberî Rêber Apo çûbûye, bûyerên ku li hemberî gelê Kurd û pêşengên têkoşîna azadiyê diqewimin, herwiha gelek rewşên ku li Rojhilata Navî piştî derketina Rêber Apo ji Sûriye qewimî û diqwime jî, hê jî pêwîstiya nîqaşkirina gelek hurgiliyên komploya navneteweyî bi xwe re tîne.

Heyva Cotmehê di serî de rastiya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li hemberî Rêber APO hatibû kirin tîne bîra her kesî. Pişt re jî hemû bûyerên ku di heyva Cotmehê de bi taybetî û piştî 15’ê Sibatê bi giştî pêş ketin rastiya vê komployê, planên ku ji wê demê ve hatibûn danîn roj bi roj di her gaveke ku ji aliyê hêzên komploger ve tê avêtin zêdetir eşkere dibe. Ji ber ku planên li ser herêmê, gelê Kurd û armanca qirkirina gelê Kurd û tesfiyekirina tevgera azadiyê di şexsê Rêber Apo  de û bi bûyerên piştî komplo re pêşketin ev daye eşkerekirin. Êrîşên ku heya roja me ya îro bi vê armancê li ser gelê Kurd û tevgera azadiyê pêş dikeve bi xwe re careke din planên ku bi armanca komployê ve girêdayî radixe ber çavan.

Di bûyerên roja îro de, hem êrîşên ku li ser gelên Rojhilata Navî bi giştî hem jî yê li ser gelê Kurd bi taybetî pêş dikevin, rastiya komploya 9ê Cotmehê careke din çawa eşkere dike, ku Rêber Apo  jî gotibû ev komplo di şexsê min de di serî de li hemberî gelê Kurde, li hemberî gelan e.

Çawa ku tê zanîn di vê serdema ku em di xitimîna pergala kapîtalîst de dijîn de, heya niha tiştek namaye ku ji bo xwexilaskirinê nekiriye û neceribandiye. Her tişta ku ji bo xwe xeternak dîtiye stratejiyeke nû li gorî hecmê xetera ku dibîne şopandiye. Bêguman, devera ku wî ev ceribandinên stratejîk yên nû xistiye tevgerê, Rojhilata Navî ye. Rojhilata Navî ya ku bi sedê salan e îstîsmar dike û bi giştî nikarîbû bi dest bixe, îro hewl tê dayîn ku bi taktîk û planên din bê desteserkirin. Şerê mêtîngerî û dagîrkeriya ku di şexsê kapîtalîzmê de bûye weke elimandinekê, îro ketiye qonaxeke din. Bi taybetî, ev rewş di sala 2000an de bi awayê herî eşkere ket pratîkê. Pêşî mûdaxele li dijî Rêber Apo hat kirin û pişt re stratejiya Rojhilata Navî ya plansazkirî xwest ku gav gav bide pêkanîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.