Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ÇIMA KOBANÊ?

27/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana Rumetê,  serkeftina mezin nêzîk e!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar CIZÎRÎ

Min di nivîsa xwe ya 20’ê vê mehê de ku bi sernavê “Pêwîst e em amade bin, ihtimala êrişê mezin e!” bi hevoka Dibe ku hedefa wan vê carê Kobanê be, işaret pê kir ku armanca Erdogan êrîşa ser Kobanê ye. Ev êrîşên bi balafirên bêmirov ku ev 2 car in li Kobanê tên kirin, nîşana wê zêdetir dike.

Di êrîşa yekê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn. Di êrîşa duduyan de jî 3 şervanên QSD’ê yên bi armanca dermankirinê berê xwe dabûn Kobanê şehîd bûn. Di vir de mirov bipirse ÇIMA KOBANÊ?

Ji bo bersivdayîna vê pirsê em hin tiştan ku girîngiya Kobanê nîşan dide bîr bixin.

1-Kobanê sembola Şoreşa Rojava ye û çirûska 19’ê Tîrmehê ji wir dest pê kir. Ew bajarê yekê bû ku ji rêjima Sûriyê hat rizgarkirin.

2- Berxwedana Kobanê ya sala 2014’an ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, bû gava yekê ya têkbirina hevkar û şirîkê dewleta Tirkan DAIŞ’ê. Wê berxwedanê heta têkbirina DAIŞê li Baxozê dewam kir.

3- Piştî dagîrkirina Efrînê xaknîgariya Rojava ku ji sedî zêdeyî 90î niştecihên wê Kurd in, Kobanê ye. Ev jî li pêşiya pêkanîna projeyên Erdogan metirsiyeke mezin çêdike. Ji lewma wê hewl bidin demografiya wê jî bidin guhertin.

4- Kobanê di aliyê xwe yê cografî de di navbera Girê Spî û Şehbayê de ye. Bi vê jî wê Tirkiye hewl bide xeta çeteyên xwe bigihîne hev.

5- Kobanê bi berxwedana xwe raya giştî ya cîhanê di berjewendiya Kurdan de gihand hev û di cîhanê de bû sembola têkoşîna li dijî teroristan.

Ji bo van xalan çavê Erdogan li ser Kobanê sor bûye. Dibêje Til Rifet û Minbic, yan devereke din lê ya ku di plana wî de Kobanê ye. Ev êrîşên hewayî jî di vê çarçoveyê de tên kirin.

Erdogan ku ji Rûsya okey girtiye niha bi balafirên bêmirov zarokên Kurdan dikuje. Wê hewl bide piştî civîna G20 ji bo êrîşeke nû ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyên din jî okeyê bigire.

Ev bûyera konsolosên deh welatan ku Amarîka, Fransa û Elmaniya jî di nav de ne bi armanca razîkirina Rûsya hatiye kirin. Bi vê ji Rûsya re dibêje binêre va ezê konsolosên wan biqewitînim, ka were em bi hev re plan bikin. Wiha jî dixwaze li ser aliyan bilîze. Di heman demê de ji Amarîka re dibêje, eger hûn bi ya min nekin, ezê biçim himbêza Rûsya.

Li gorî pêşdîtina min, ihtimala mezin, eger Rûsya vê daxwaziya Erdogan beramberî hiştina Idlib û hin herêmên Helebê ji rêjima Sûriyê re, ji Erdogan re êrîşa ser Kobanê erê bike.

 

Lewra Rûsya jî dixwaze Kurdan beramberî rêjima Baesê lawaz bike. Bêguman wê şerekî mûtemel yê li Kobanê bandoreke mezin li Kurdan bike. Di vir de jî berjewendiyên Rûsya û dewleta tirkî digihin hev. Niha Rûsya bi vekirina ezmanê Kobanê ji dewleta tirkî re vê peyamê dide.

Li aliyê din jî Yekîtiya Ewropa û Amerîka şeklî be jî hin rapor derbarê siyaset û nêzîkatiyên dewleta tirkî de belav kirine. Lê helwesteke wan ya cidî diyar nabe, dibe piştî civîna G20 ku wê dawiya vê mehê li Romaya Îtalya were lidarxistin, tiştek diyar bibe.

Li aliyê din jî ihtimaleke mezin e ku Erdogan di navbera Rûsya û Amarîka de winda bike û di demên pêş de zor lê were kirin ku dawî li dagîrkeriya xwe ya li xaka Sûriyê bîne. Ji ber wê di vê demê de pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi dîplomasiyeke nazik û baldar heye, da ku ezmûnên Efrîn û Serê Kaniyê dubare nebin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.