Zekî Bedran
Tirkiye, siyaseta bêaramirina Sûriyê û amadekayiya dagîrkeriya nû didomîne. Çawa ku tê zanîn Komara Tirkiyê li ser qirkirina gelan hatiye avakirin. Armanc yek ziman, yek gel û yek dewlet bû. Li gorî vê stratejiyê Kurd ji her alî ve xistin nava pencên qirkirinê. Tirkiyê di nava sînorên xwe tenê de dijminiya Kurdan nekir. Êrîşên wê yên niha li ser Sûriye û Iraqê û tevgerên dagîrkeriyê encama derbaskirina dijminiyê ya derveyê sînorên wê ye. Tirkiye bi taybetî di dema Erdogan de li Rojhilata Navî pêşengiya ku dîn û Ixwaniyan û bike amûrên siyasetê kir. Hizirî ku wê ji ‘Bihara Ereban’ û firsetên derketîn sûdê bigire û siyaseta dagîrkerî û mêtîngeriyê pêk bîne. Hesab kir ku wê Sûriye jî weke Libya di demeke kurt de bikeve. Xwest di serastkirina Sûriyeya piştî Esed de bandora wê hebe. Plan kirin ku wê li milekî pêşiya destkeftiyên Kurdan bigirin, li milê din jî Ixwaniyan bikin desthilat û bi bekrekî çend kêlan bixin.
Hêza Tirkiyê tinebû ku vê siyaseta xwe ya faşîst bi serê xwe pêk bîne. Ji bo wê bi hêzên tarî yên weke DAIŞ û El Qaîdeyê re itîfaq kir. Piştî ku koalisyon destwerdan kir bi awayekî fermî tevlî koalisyonê bû. Lê têkiliyên xwe yên bi DAIŞê û yên din re ne fermî be jî domandin. Ji bo ku Sûriye bibe gola xwînê sînorên xwe vekirin. Yên bûyîn sedema felaketa hatî serê Sûriyê di serê wan de Tirkiye tê. Bi lihevkirina bi Amerîka û Rûsya re artêşa xwe xist Sûriyê û herêmên fireh dagîr kirin. Bi sedhezaran mirov ji warên wan hatin derxistin. Bi bermayiyên çeteyên DAIŞê û El Qaîdeyê êrişî gel kir. Li ser vî erdî her rengê qirkirinê û sûcên dermirovî kirin. J. Biden nameyek ji kongreyê re şand û tê de wiha nivîsî: “Tirkiye li Sûriyê têkoşîna li hemberî DAIŞê lewaz dike, jiyana sivîlan dixe xeterê û aramiya herêmê xerab dike. Digel wêranbûna li Sûriyê Tirkiye hê li dû şer e. Gefan dixwe û her roj mirovan dikuje. Tirkiye vê hêzê vê cesaretê ji kû digire? Aboriya wê di krîzê de ye. Rûmeta wê li derve nemaye. Digel wê eger gefên xwe didomîne, divê mirov berê xwe bide hêzên weke Amerîka û Rûsya. Eger ev dewlet erkên xwe pêk bînin û sînorekî jê re daynin yên weke Erdogan nikarin gavekê jî biavêjin. Eger em bala xwe bidinê ji hevdîtinên li Cinêvê encam derneket. Sedema vê ya bingehî Tirkiye ye.
Rûsya ji bo civîna berfireh ya Soçî nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyê jî vexwendibûn. Sed û bîst nav hatibûn diyarkirin û pêşkêşî Rûsya hatibûn kirin. Roja dawiyê Rûsya gazî van nûneran nekir. Lewra bi Tirkiyê re li hev kiribû. Diyar nekir ka çima gazî van nûneran nekiriye. Piştî re pêvajoya Astana dest pê kir. Li Astana Rûsya, Îran Tirkiye hebûn. Ev pêvajo bû eniyeke dijbera Kurdan û rêveberiya xweser. Ji bo hevdîtinên destûrê Sûriyê komisyonek diyar kir. Di vir de jî cî nedan Kurdan. Rûsya got, Tirkiyê nehiştiye. Amerîka û nûnerê YN yê ji bo Sûriyê jî heman tişt gotin. Di encamê de rêveberiya xweser ku nûnertiya beşeke girîng ya Sûriyê dike li derve ma.
Hefteya borî bi pêşengiya G. Pedersen komisyona destûrê civiya. Piştî civînê daxuyanî hat dayîn ku ti encam ji civînê jî derneketiye û bi ser neketine. Jixwe diyar bû ku wê bi ser nekevin. Lewra destûr wiha nayên çêkirin. Rejim ne alîgira guhertinê ye. Yên din jî hêza wan nîne. Ma wê hevpeymaneke çawa derkeve? Destûr peymanên civakî ne. Divê gel, rewşenbîr, partî û derdorên têkildar gotûbêj bikin. Rejim nahêle di nava rayagiştî de bê gotûbêjkirin. Yên din jî li Sûriyê najîn û desteka wan ya ji gel lewaz e. Gelê bakur-rojhilatê Sûriyê rêveberiya xweser ku xwedîhêz e, modeleke demokratîk ava kiriye û xwedîproje ye li derve tên girtin. Di encamê de yên tên blokekirin ne Kurd û rêveberiya xweser in, destûra nû bixwe ye. Ji ber wê em dibêjin, ciyê Tirkiye lê hebe çareserî û aştî nabin. Eger Tirkiye çareseriyê dixwaze bila destpêkê di hundirê xwe de vê bike. Piraniya Kurdan li Tirkiyê dijîn. Li wir li şûna çareseriyê mirin û wêranî tê sepandin. Bi hezaraan siyasetvanên Kurd di zindanan de ne. Kurdistan bênavber tê bombekrin. Roja bê şer û bê mirin derbas nabe. Tirkiyeya ku sicîla wê evqas xerab e, wê çawa li Sûriyê pêşiya çareserî û aştiyê veke. Venake. Tirkiye terorê li dinyayê belav dike. Bûye bihişta pereyên reş. Dewlet bixwe bûye mafya. Li sûriyê ku evqas çete li dora xwe kom kirine, wê çawa ji bo aştî û demokrasiyê gavan biavêje?
Eger Amerîka, Ewropa û weletên erebî li hemberî Erdoganê faşîst helwestê diyar nekin, aştî û çareserî nayê Rojhilata Navî. Erdogan ne xwediyê wê hêzê ye ku herêmê evqas tev bide. Gelê Sûriyê jî divê dakeve meydanê. Divê li paşroja xwe xwedî derkeve û destûra nû gotûbêj bike. Divê destûrê bi hêviya hêzên derveve nehêle.






