Binefş Sarya
“Kesên şer dikin bedew dibin, kesên bedew dibin azad dibin, kesên azad dibin tên heskirin.” Gêrîlayên jin û pêşengên tevgera PAJK’ê bi van gotinan artêşa jinê mezin kirin, bi hêz kirin û bûn hêviya hemû jinên Kurdistanê. Jinên îro bi vîneke mezin şer dikin, azad dibin û tên heskirin. Bêguman bi vê hişmendiyê têkoşîna jiyaneke azad didin meşandin. Hişmendiya bi serdestiya mêr-dewletê hatî avakirin, bi baweriya “hevjiyana azad” û “Neteweya Demokratîk” ber bi lewazbûnê ve diçe. Yên ku ji bo vê baweriyê şer dikin bêguman her roj raman, dil, ziman û nepeniya li ser rûyê wan jî bedew dibe. Yek ji van pêşengên artêşa jinê û fermandara gerîlayan Bêrîtan Hêvî (Gülnaz Karataş) ye. Di sala 1992’ de li herêma Xakurkê ku careke din bi hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re êrîşên dijwar li ser gerîlayên Kurd hatin destpêkirin. Gerîlayan di wê demê de jî weke gerîlayên nûjen yên vê dema şerê gel yê şoreşgerî bênavber çeperên berxwedanê xurt kirin, ji bo jiyaneke biwate bê dudilî bi çeka destê xwe de li beramberî hêza tekinîka wê demê di destê dewleta tirkan de şer kirin û hêviyên jiyanê dan avakirin. Bêrîtan ne tenê fermandara şer bû, ew di heman demê de fermandara jiyan û rêhevala-hevalên xwe bû jî. Hin kes hene di binê mejiyê mirov de cihekî xwe yê taybet çêdikin û heta mirov sax be ji mejî û dilê mirov dernakeve. Bêrîtan jî ji bo min yek ji wan kesan e. Di sala 1991’de ez hê pir Piçûk bûm, jiyan çi ye û çawa dimeşe min fêm nedikir, Bêrîtanê di wan deman de cihê xwe di dilê min de weke çiyayê Xakurkê yê biheyebet û pîroz dabû avakirin. Di wan deman de careke din “operasyona” dewleta tirkî ya li ser gêrîla hebû. Em 15 rojan birçî di nava şer da man, hevala Bêrîtan parçeyên nanê hişk yên di binê berîka xwe da kom kiribûn her çend rojan carekê didan dayîka min û wê jî di nava avê de şil dikirin û didan me zarokan. Di şevên tarî de Bêrîtan û hevalên taxima xwe li ber çiraya ku bi tayê kefiya xwe çêkiribû û bi heman tayî cilên gerîla yên mezin ji me zarokan re piçûk dikirin, didirûtin û li me dikirin. Di wê demê de Bêrîtan ji bo min bûbû hêviya jiyanê. Di xeyalê her zarokê/î de dayîk yan jî bavê wan lehengên jiyana wan in, lê lehenga xeyalên min Bêrîtan bû. Di şerê 1992’yan de em li gundê Sîdeka yê başûrê Kurdistanê diman. Çiyayên Xakurkê hema li pêşberî malên me bûn. Bêrîtan jî bi hevalên xwe re di nava wî şerê dijwar de bû. Her roj di suhbeta dayîk û bavê min de çawa xwîşkên min yên gerîla hebûn bi heman awayî Bêrîtan û hevalên wê yên din jî hebûn. Ji ber wê em bi navê Bêrîtanan mezin bûn û fêrî jiyanê bûn. Bi şahadeta rêheval Bêrîtan re nîqaş û ramanên Rêber Apo yên li ser artêşbûna jinê bileztir bûn û di nava gerîlayên jin de jî hêza artêşbûnê her ku çû rengê xwe pirtir girt û yekîneyên jinan, fermandariyên jinan bi hêztir bi hişmendiya jinê rêbertiya jinan û şer kirin. Jin û fermandarên jinan yên îro jî li ser şopa Bêrîtanan têdikoşin, şerê azadiya jiyanê li her devera welat didin meşandin. Wan di demên herî zehmet de li dijî hişmendiya mêrê feodal û şerên giran de fermandariya jinan û rêhevalên xwe yên mêr kirin, îro jî ji bo hemû jinan rêbertiya hişmendiya azadiyê dikin. Bêrîtan ne tenê hêviya min ya zaroktiyê bû, êdî ew bîrdoziya me hemûyan ya jiyanê ye jî.






