Sîpan Şînda
Sala 2013an ji bo Kurdan weke mîladeke nû ye. Ji wê salê û hir ve Kurd di cîhanê de pirtir hatin naskirin, pirtir hatin gengeşekirin û di rojeva dinyayê de pirtir cih girtin. Navê Rojava li gelek weltan weke navê welatekî, dewletekê hat nasîn. Kurd jî ji 2013 an ve ketine qonaxeke nû. Li Rojava şoreşek çêbû. Ev şoreş ne tenê şoreşeke leşkerî bû. Şoreşeke polîtîk, çandî, civakî bû. Di nava demeke kurt de ji aliyekî ve li hemberî hovên DAIŞ’î şer dikirin, ji aliyekî ve li hemberî xwînmijan xwe diparastin û ji aliyê din ve jî bi tevayiya hêza xwe di her qadê de sazîbûn pêk dianîn. Sazîbûna li Rojava di demeke kurt de tevî bêderfetiyan bi awayekî xurt pêk hat û hê ji pêk tê. Ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji aboriyê heta mûzîkê di her warî de sazîbûneke radîkal pêk hat. Mînak Kobanê 2014 an ji aliyê DAIŞ’ê ve hat wêrankirin û bajar nema. Lê 2017 an li wir Zanîngeha Kobanê hat vekirin. 2016 an li Qamişlo Zanîngeha Rojava hat vekirin. Bi sedan dibistan, saziyên çandê, yên dadê û hwd. di nava şer de hatin vekirin. Bi rastî jî ev sazîbûna evqas xurt û serkeftî mirov ecêbmayî û heyranê xwe dihêle. Di bin ewqas êrîşên Tirkan û terorîstên wê de ev sazî hatin avakirin û xwe li ser piyan digirin.
Li Rojava bi taybetî di warê perwerdeyê de, tevî kêmayiyên xwe, sazîbûneke layîqî pesindanê hatiye avakirin. Ji dibistanên seretayî heta zanîngehê perwerde bi kurdî (li gel zimanên din) tê dayîn û ev ji bo Kurdan û zimanê kurdî pêjveçûneke bêhempa ye. Her du mînakên zanîngehan yên li jorê, di vî warî de li Rojava gihîştina asta sazîbûnê ya herî xurt. Lêbelê neyarên Kurdan ewqas ji vê pêjveçûna Kurdan ya li Rojava aciz in, ne bi şev xewa wan tê ne jî bi roj. Agir ketiye binê lingê wan, tu dibêjî ka Kurdan çi talanê bavê wan biriye. Tu dibêjî qey Kurdan bavê wan kuştiye û diya wan mehr kiriye. Ji ber van destkeftiyên Kurdan yên de-facto, êdî ew nikarin biçin nivîna jina xwe ji. Her roj li Kurdan gefan dixwin û êrişî wan dikin. Qebikên xwe yên hovame rêdikin û Kurdan direvînin. Dest datînin ser malê wan, wan êxsîr dikin, wan dikujin. Ev terorîstên hov, hema çi xirabiya ji wan tê dikin.
Gelo ji şerê cîhanê yê yekê vir ve çi xesara Kurdan gihaye kê? Kurdan malê kê jê standiye? Qet. Ji roja erdê Kurdan li ser van çar dewletan hatî belavkirin û heta niha tişta wan li Kurdan nekirî nemaye. Lêbelê dema Kurdekî behsa mafê xwe yê xwezayî ango zimanê xwe jî kiribe, gotine wî Kurdî tu terorîst î û kuştina wî Kurdî helal kirine. Divê êdî Kurd hemû ji vê rewşê re bêjin bes e. Tehlûka li ser Rojava li ser tevayiya Kurda e. Ji ber wê divê Kurd tev li her derê li Rojava xwedî derkevin. Ne li Rojava tenê, herwiha divê li Başûr jî xwedî derkevin. Ferq nake, kîjan tiliya mirovî birîndar bibe, êşa wê dide tevayiya laşê mirovî. Ji ber wê, çawa îro neyarên Kurdan ketine bizavê û dîsa amadekariya êrîşa ser Rojava dikin, divê Kurd jî li her çar beşên Kurdistanê û li diyasporayê bi awayekî xurttir bikevin nava bizavê û ji bo gelê xwe xebatê bikin. Nexwe wê paşê li çoka xwe bidin.






