Idrîs Henan
Hat zanîn ka Rûsyayê çi pêşniyarên Tirkiyê derbarê pratîzekirin û talûqkirina hinek lihevkirinên li Idlibê de red kirine û teqezî li daxwaziyên xwe yên têkildarî jihevcudakirina çeteyên radîkal û nerm de, dabînkirina rêya M4 û dûrxistina çeteyan ji wê herêmê kiriye. Diyar e ku di hevdîtina serokê Tirkiyê û Rûsya de, girêka Idlibê hê kûrtir bûye. Êriş û helwestên Rûsya yên li ser erdê vê teqez dikin.
Herwiha diyar bû ku bi kêmayî ta vê kêliyê, Rûsyayê hewldanên Tirkiyê yên hevgirtina fraksyonên çeteyan bi terorîstên El Nusra ‘Heyet Tehrîr Elşam’ re hezim nekiriye ku ji Tirkiyê hatiye xwestin çareseriyekê ji van komên çete û terorîstên El Nusra re bibîne. Jixwe piştî hevdîtina Pûtîn-Erdogan li Soçî, çav li rê bû ku komîteyên her du aliyan yên leşkerî, ewlekarî û siyasî mekanîzmaya lihevkirinên li ser erdê diyar bikin. Lê bi helwestên xwerakişîner, gef û gurên Tirkiyê belî bû ku wan komîteyan li hev nekiriye. Di bingeh de, eger li hev kiribana wê teşe û şêwazê hevdîtina Pûtîn-Erdogan jî ne wisa bûya.
Li gorî qalûqîlên piştî hevdîtinan, derket ku Rûsya ji Tirkiyê xwestiye xalên xwe yên gundewarê rojhilatê Idlibê, nevbera navenda parêzgehê û bajarê Seraqêb de bikişîne. Jixwe bajarê Seraqîb destpêka sala borî ketibû destê rejima Sûrî. Îcar çavên Rûsya û rejimê li aliyê gundewarê başûr û rojavayê Idlibê ne. Ango aliyê bajarê Cisir El Şixûr û pişt re navenda Idlibê bixwe ye. Nîşanên li ser erdê û rewşa kaos ya ku rejima Erdogan li Sûriyê xwe kiriyê, diyar dikin ku îro jî dewleta Tirkan ya dagîrker li Sûriyê û bi taybetî li Idlibê beramberî du bijardeyan e. Yan wê li hemberî êrişek muhtemel ya rejima Sûriyê û Rûsyayê fena dawiya 2019’an bêdeng be û xalên wê ji nû ve bikevin dorpêçê, yan jî wê şer bike.
Tenê mirov li nîşana bihayê lîreya tirkî binêre, têrê dike ku kaosa li hundir bê fêmkirin. Di heman demê de rewşa zilamekî kirêt yê fena Erdogan wê baş were tesbîtkirin ku nikare çi gefa dixwe bê gelek erêkirinan pêk bîne. Bêguman sûcê ti kesî di vê rewşa kirîtîk ya Tirkiyê de ji bilî çilekiyên desthilatê nînin. Bi nêzîkatiyên xwe yên daqurtîner, neqebûlkirina doza kurdî, kiryarên dagîrkirinê, destkujî, kuştina nemerdane, êrişên qirker û newêrekiya çareserkirina pirsgirêkan, skandalên li hundir û herêmê aloztir kiriye.
Êdî baş tê fêmkirin desthilatek wisa bi serkêşiya zilamekî wisa nexweş ku pergalek li ser esasê tawîzdayînê ava kiriye, wê çi şerî li Idlibê bi rê ve bibe? Herwiha careke din isbat bûye ku ti derdê Tirkiyê bi êşa gelê Sûriyê re nîne, berûvajî, birîn kûrtir kiriye û ji bo berjewendiyên xwe yên jeosiyasî çewisandiye û bi kar aniye. Ji ber wê îro jî Erdogan û pergala neteweperest ya AKP-MHPê li pey hinek lihevkirinên tawîzdar li bakur û rojhilatê Sûriyê ye ku Idlibê bifiroşin.
Xuya ye rewşa tawîzdar ya siyaseta Tirkiyê awantaja xwe li hemberî hêzên hegemon li herêmê û cîhanê ji dest daye. Bi rêbazên berê nikare qezenc bike. Tenê du rê li hemberî hikûmeta faşîst ya AKP-MHPê mane; yan wê heta dawiyê di rêbazên xwe yên klasîk de bi israr be, ew jî cihê nerazîbûna navneteweyî û hundir e, ku encama misoger xwekujiya siyasî û jidestdana desthilatdariyê ye. Yan jî bi merdî wê doza kurdî qebûl bike û ji hişmendiya xwe ya dijatiya gelan dûr bikeve. Wê çaxê dikare bloka herî qewîm li Rojhilata Navî bê avakirin. Lê name ji sernavê diyar dibe. Sernavê nameya serdema Erdogan jî binkeftina misoger ya nêz e.






