Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwîst e em amade bin, ihtimala êrişê mezin e!

20/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana Rumetê,  serkeftina mezin nêzîk e!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar CIZÎRÎ

Di van çend rojên dawî de li Sûriyê gelek mijarên têkildarî hev rûdidin. Bi taybetî piştî hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi Serokê Rûsya Pûtîn re ku 29’ê meha derbasbûyî li Soçî pêk hat. Li Idliba ku bûye bargeha çeteyan ya fermî, aloziya leşkerî kûr bûye û hêzên rêjimê qeweteke giran li derdora wê bi cih dike. Topbarana bajarê Seraqib ya Idlibê jî beşek ji rewşa li wê derê ye. Rûsya bi balafiran bargehên çeteyên girêdayî dewleta Tirkan bombebaran dike. Dewleta Tirkan jî hebûna xwe bi bargehên nû zêdetir dike û diyar dike ku wê bi hêsanî Idlibp ji rêjimê û Rûsya re bernede.

Ev geşedana li Idlibê di demekê de tê gotin ku Pûtîn ji Erdogan xwestiye, rewşa Idlibê heta dawiya salê çareser bike, pêk hatiye. Ji şopandina rewşa li herêmê diyar dibe ku nakokiyên Pûtin û Erdogan li ser Idlibê çêbûne.

Di heman demê de Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî ya NY di raporeke xwe de diyar kir ku li Sûriyê 12 milyon mirov bi metirsîna ku bi birçîbûnê re rûbirû bimin, weşand. Bi vê raporê re Erdogan ev çend roj in gefa êrişên nû li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe. Gef jî herî zêde li ser Til Rifet û herêma Şehba tên xwarin. Min çima di vir de rapora rêxistina xwarinê ya cîhanî bîr xist, lewra ev devera behsa êrîşan lê tê kirin, Şehba ye. Li vir jî bi dehezaran koçberên Efrînê yên ji ber êrişa dewleta Tirkan ji sala 2018’an ve di kampan de bi cih bûne hene. Rewşa wan ya jiyanî ji ber dorpêça Rûsya, Tirkiy û rêjima Sûriyê gelek dijwar e.

Di rewşeke wiha de êrişeke mûhtemel wê rê li ber karesateke mirovî veke. Ji ber wê ji NY tê xwestin ku berpirsyariyên xwe derbarê vê mijarê de pêk bîne. Li aliyê din jî di heman demê de roja Duşemê 18’ê vê mehê bi serkêşiya Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen tora 6’an ya danûstendinên ji bo qaşo danîna destûra nû ya Sûriyê dest pê kir.

Hêzên xwedîbiryar bi vê jî dixwazin ser guhertinên nêzîk ku wê li Idlib û hin deverên din pêk werin bigirin. Li vir hêjaye ku em helwesta Amarîkaya ku bûye fektoreke sereke ya aloziya Sûriyê, bîr bixin. Bi van pêşketinan re, tevgera leşkerên Amarîkî li herêma Cizîrê zêde bûye. Li Til Temir û li Hesekê leşkerên wê di nava gel de digerin û bi vê jî dixwazin vê peymana, “em li virin” bidin. Belkî hinek bêjin, leşkerên Amarîka berê li herêmê bûn, rast e, lê mebesta min çima van rojan tevgera xwe bi awayekî ne normal zêde kirine.

Bi van pêşketin û rûdanên me behsa wan kirî re du roj berê raporek li ser zimanê konsolosê Israîlê yê Rûsya belav bû. Bê ku ti detayan par ve bike got, Rûsya, Amarîka û Israîl li ser dosya Sûriyê civiyane û li hev kirine. Îcar wer xuya dike ev pêşketinên li Idlibp, gefên Erdogan daxuyaniya rêxistina Xwarinê ya Cîhanî, her wiha tevgera DAIŞ’ê ya vê dawiyê li herêma Resafê ya li çola Reqayê li dijî hêzên rêjimê û danûstendinên ji bo destûrê hemû di çarçoveya van lihevkirinan de hatibin kirin.

Îcar li vir pirsa xwe dide der, dibe bi awayekî veşartî rê ji Erdogan re hatibe dayîn ku careke din êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bike û cihekî nû diyar kiribin ku çeteyên Erdogan yên di encama peymanên wan li Idlibê hatine komkirin, li wir bi cih bikin. Dibe jî gefên Erdogan ji bo zextên hundir û derve ji ser xwe kêm bike û rojevê biguherîne.

Lê çi dibe bela bibe, ji van geşedan û planên tên kirin diyar e wê guhertinên mezin di dosya Sûriyê de çêbin. Ihtimala êrişeke nû ya li ser herêmên me heye. Dibe hedefa wan vê carê Kobanê be. QSD’ê ragihanda ku ji bo parastina herêmê amade ne. Lê ji gelê herêmê jî tê xwestin ku li dijî van planan xwe li gorî rewşê amade bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.