Zekî Bedran
Ji bo Sûriyê xetera rêveberiya Erdoganê faşîst dewam dike. Sûriye kişandin nava gêreke bixwîn. Deh sal in vê wêranî û krîzî didomînin. Erdogan ji bo tevayiya Rojhilata Navî û dinyayê bixeter e. Tirkiye terorê li dinyayê belav dike. Gelên Tirkiyê destkeftiyên xwe yên demokrasiyê yên bi dehê salan winda dikin. Erdogan fîktatoriyeke faşîst ava dike. Bi itîfaqa bi MHP ya nijadperest û Ergenekonê re bi ser Kurdan de qirkirinê û bi ser Tirkiyê de wêraniyeke aborî, siyasî û hiqûqî disepîne. Kêm jî be tiştên li Sûriyê dike em behsa wan dikin. Lê divê tevayiya hêzên demokrasiyê û rewşenbîr li hemberî vê siyaseta roxîner şiyar bin û gelan agahdar bikin. Em nikarin pirsgirêkê bixin çarçoveyeke teng ya weke hevdîtinên bi dewletan re, xebata dîplomasiyê û berjewendiyên teng. Gel berdêlên giran didin. Lê di encamê de ne azadî tê ne jî demokrasî. Hêzên serdest ji bo parastina berjewendiyên xwe riyekê dibînin. Tişta anîn serê “Bihara Erebî” diyar e. Ji bo ku heman tişt neyê serê gelan divê li qada têkolînê bin û bi rêxistinkirî bin.
Li Rojhilata navî Kurdan karî bibin hêza ronahîkirinê. Herwiha bûn gelekî berxwedêr, bi rêxistinkirî û çavkaniya ilhamê. Bi taybetî li Sûriyê di şerê li hemberî DAIŞê de pêşengî kirin. Ev jî bi hêza hevberş ya Kurd, Ereb, Asûrî, Sûryanê, Ermen, Tirkmenan û gelên din kirin. Neketin riya miliyetgirî û mezhebgeriyê. Li bakur û rojhilatê Sûriyê rêveberiyeke demokratîk û modeleke mînak ava kirin.
Hişmendiya rêveberiya klasîk ya Sûriyê û Beesîtiyê e model qebûl nekirin. Dixebitin ku dîsa vegerin berî 2011an. Dewletên mezin jî li dû berjewendiyên xwe ne. Lê Tirkiye di singa Sûriyê de bûye weke xencerekê. Wêraniya kirî bes nabîne. Dixebita vê bidomîne û krîzê kûrtir bike. Erdogan hefteya borî dîsa li dahola şer xist. Êriş û planên xwe yên dagîrkeriyê ragihandin. Êrişên nû û hewldana dagîrkeriyê wê mirina zêde û roxandina zêde bînin. Bi dagîrkerî û êrişan pêşiya mirinê nayê girtin. Wê şer belav û kûr bikin. Weke din kê Erdogan vexwendiye Sûriyê? Bi zorê hatin dagîr kirin. Mirin û xerabbûn anîn. Li bendê ne ku gelên zulum li wan hatî kirin Erdogan bi gulan pêşwazî bikin. Bi kurtayî ka çi bişînin wê wê hilînin.
Yên têkildarî pirsgirêka Sûriyê bi giranî dixwazin êrî şer raweste û ji bo çareseriya siyasî di nava hewldanê de ne. Lê Tirkiye tersê wê dike. Bi taybetî li gel dijminiya Kurdan dixwaze islamîstan bike serdest û Ixwaniya bike desthilat. Erdogan tevayiya bermayiyên El Nusra û DAIŞê li dora xwe kom kirine. Hêzeke çekdar ya bi dehhezaran di destê xwe de digire. Ev hêz gefê li rêveberiyên dewletên erebî dixwe. Vê hêzê di dagîrkirina Sûriyê de bi kar tîne. Weke kerê mayînan li pêşiya leşkerên xwe dişîne şer.
Daxuyaniya serokê Amerîka J. Biden ya têkildarî Tirkiyê girîng e. Ji kongreyê re ragihand ku Tirkiye zererê dide têkoşîna li hemberî DAIŞê, ewleyiya gelê Sûriyê dixe xeterê û ji bo wan jî xeterek e. Amerîka bi vê daxuyaniyê diyar kir ku wê weke dema Trump ne li cem Eerdogan be. Eger Biden bi vê daxuyaniyê ve girêdayî bimîne û li gorî wê tev bigere wê qada Erdogan ya tevgerê teng bibe. Eger Rûsya pêşiya Erdogan veneke wê êrişên nû û hewldana dagîrkirinê li ser wan giran bibin mal. Helwesta Rûsya pir girîng e. Di dagîrkirina Efrînê de helwesta Rûsya diyarker bû. Rûsya bi Tirkiyê re li hev kir û qada hewayî jê re vekir. Niha Erdogan di zorê de ye. Vî faşîstî Sûriye kir weke teqanê. Aboriya Tirkiyê roxand. Başûrê Kurdistanê her roj tê bombekirin. Li Rojava hin herêm hatin dagîrkirin. Li Tirkiyê wisa kirin ku Kurd bênefes bimînin. Li ser Kurdan sîstema qirkirinê ya bênavber pêk tê. Lê digel vê nikarî Kurdan bişkîne. Di dawiyê de dawiya Erdogan nêzîk bû û her ku diçe pirtir tengav dibe. Eger Rûsya û Amerîka rê nedin Erdogan hem li Sûriyê hem li Rojhilata Navî wû gel ji vê belayê rizgar bibin. Divê destê xwe dirêjî Erdogan nekin û nebin hevkarên wî yên sûc. Madem di zorê de ye wê demê hûn jî pehînekê lê bikin. Ti kes ne mecbûrê Erdogan e.
Eger Erdogan êrişî rojavayê Firatê bike, bi taybetî hêza hewayî bi kar bîne wê bi destûra Rûsya bibe. Lewra ji qada hewayî ya wan herêman Rûsya berpirs e. Amerîka û Rûsya di navbera xwe de qada hewayî ya Sûriyê par ve kirine. Êrişên dewleta tirkî bike wê bi destûra van dewleta bike.
Divê Sûriyê û gelên dinyayê vê rastiyê bibînin û li hemberî faşîzma dewleta tirkî û hevkarên wê bibin xwedîhelwest. Hêza faşîzmê rawestîne berxwedana gelan e. Faşîzim hêzê bi kar tîne û hêzperest e. Ji bo wê ji hêzê fêm dike. Ji bo wê divê gelên Sûriê hêza xwe bikin yek û bi berxwedanê dagîrkeriya tirkî rawestînin û li riya derxistina dagîrkeran ji erdê xwe bigerin.






