Ednan Mustafa
Niha Rûsya fêm kir ka Tirkiye dixwaze çawa nêzî mijara Idlibê bibe. Ji ber wê yekê me dît ku Rusya ji bo gava yekemin ya Tirkiyeyê vexwend hevdîtinekê. Ji bo ku peymana di Astana û Soçî de pêk bîne û ew bîne asta ku ew dixwaze. Herêmên kêmpêvçûn bide avakirin Tirkiye dawetê hevdîtinê kir. Rûsya ji bo ku di hevdîtinê de destê xwe xurt bike beriya Tirkiye were Soçî Rûsan êrîşên li ser Idlibê zêde kirin. Ji Idlibê heta Efrînê êrîşên xurt pêk anîn. Armanc jî ew bû ku mayîndekirina Tirkiyeyê ya di heremê de bişkîne.
Di encama van her du polîtîkayan de jixwe dema borî di navbera Pûtîn û Erdogan de hevdîtin çêbûn. Her çiqas bi zimanê dîplomasiyê û di ragihandinê de hin tişt hatin gotin jî lê di esasê xwe de di vê mijarê de li hev nekirin. Ne Tirkiye karibû di mayîna Idlibê de Rûsan îqna bike, ne jî Pûtîn karibû di mijara Idlibê de bi Erdogan bide qebûlkirin. Yanî di ragihandinê de li pêş rûyê hev keniyabin jî, lê piştî hevdîtinê du rojan êrîşên Rûsan yên li ser Idlibê heya bigihêje Efrînê êrîşên pir dijwar pêk anîn.
Ji ber vê yekê mijara Idlibê ne meseleyeke wisa ye ku bi çend rojan yan jî bi çend hevdîtinan were çareserkirin.
Lê dibe ku tenê di hin mijarên zimnî de lihevkirinek çêbûbe. Mînak ji bo Rûsan çi girîng e; xeta M-4 ya ku diçe Şam û Lazqiyeyê veke û bixe binê qontrola xwe, ya din jî ya Tirkiyeyê di mijara bakur û rojhilatê Suriyeyê de bêdeng bike. Ya din jî di hevpeymana Cinevê ya 22-25 a ku ji bo hin herêman de hinek bê pêvçûnî ava bike. Ev xet, Şam, Lazqiye, heya digihije Helebê hin rewşê aram bide avakirin.
Ji bo vê dibe ku dewleta dagîrker a Tirkan, li beramberê Idlibê hin heremên din bixwaze. Ango çawa berê li beramberê Guta Efrîn xwestibû, li beramberê Helebê jî Bab xwestibû û girt. Ne dûr e ku beramberê Idlibê Şehba-Til Rifat, an jî Minbicê heta heta dibe ku hineke din pêş de here Kobanê jî xwestibe. Lê li gorî hevdîtina wan a ku tê gotin ne baş derbas bûye, Rûsya germ nêzî vê daxwaziyê nebûye. Lewra Kobanê ji bo gelemperî cîhanê deng vedaye hesasiyetek heye, Minbic jî ji bo paşrojê weke yedek ji xwe re hiştibe û Şehba-Til Rifat jî faktora Îranê heye. Rûsya ji bo Nebul-Zehra ji Îranê re girîng e, ji bo wê jî wê nexwaze dewleta Tirkan wir dagîr bike.






