Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Başûrê Sûriyê ji ber operasyonên hêzên rejîmê di nava du hefteyan de 270 hezar kesan ji warên xwe koç kirine.
Berdevkê Komîseriya Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Mihemmed Hawarî li Ammanê daxuyanî da û got, “Em li bendê bûn ku kesên ji cihên xwe koç kirine, nêzî 200 hezaran bin. Lê a niha ev hejmar 270 hezar derbas kiriye.”






