Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Me hingî got keko we her got kirîv

17/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Ji roja têkiliya Kurdan bi Tirkan re çêbûyî heta niha, Kurdan ti xweşî ji xwe nedîtiye. Kurdan deriyê xwe ji wan re vekirin, wan bi şev diziya mala Kurdan kir. Kurdan li ser wan xwe da kuştin, wan ji piştê ve Kurd dan ber xenceran. Kurdan pariyê nanê xwe kir qet û dan Tirkan, wan Kurd jehrî dan. Kurd çûn ji bo xatirê wan xelk talan kirin, erd ji wan re vegirtin, ji wan re çeper şkandin wan xefik li pêşiya Kurdan danîn di çeperan de vegirtin. Kurd her tim bûn qebikên wan û bezîn xelkê, dema dibû ya talî, gotin ne me kiriye, Kurdan kiriye.

Gelo çi maye Kurdan ji we re nekirî? Ji roja Kurd bûyîn hevrûmanê we û hir ve, gelo kîjan rojê we hawara xwe gihand Kurdan û wan hûn hêlane tenê? Gelo di kîjan şerî de Kurdan xwe ji pişta we da aliyekî? Gelo hûn di kîjan şerî de bê arîkariya Kurdan bi ser ketin? Ez dikarim li vir bi dehan mînakan bidim ku dema Kurdan alîkariya we nekirî hûn bi ser neketîne. Lê gelo we kîjan qencî li Kurdan kiriye? Gelo we kîjan rojê got ev qewmê ku hinde li ser me re tê û xwe li ser me dide kuştin birayê me ye? Gelo we carekê tenê jî, ji xeynî rojên ku hûn ketîn tengiyê û berjewendiyên we tê de heyîn, gotiye Kurdan bira? Qet. We rojekê tenê jî bi çavê biratî û dostayiyê li Kurdan nenêriye. We her ew weke “qebikê ehmeq” ji xwe re şixwilandine û hew.

We bi xêra Kurdan di vê erdnîgariyê de cih girt û hûn bûn xwedîhêz û xwedîdewlet. Lê hûn bûn Bekoyê di nava Kurdan de. Heta pêşiya komarê, we her fisq û fesadî di nava Kurdan de kir û ew berden hev û we jî seyra wan kir. We bi hezarê caran Kurd xistin xefika xwe û ji hev pijiqandin. We bi fisq û fesadiyê bedena eşîran da hev, wwe bi dek û dolaban Kurdên ji baweriyên cuda bi hev dan kuştin. We bi hêceta Misilmanetiyê lê di rastiyê de ji ber berjewendiyên xwe, Kurd û birayên wan Ermenî yên ku bi hezarê salan li vê erdnîgariyê bi hev re weke bira jiyayîn berdan bedena hev. We bi şev cilên Kurdan li xwe dikirin û bi ser malên Ermeniyan de digirt û dikuştin û we dikir stûyê Kurdan. Şeva paştir jî hûn diçûn we bi ser malên Kurdan de digirt û dikuştin û paşê jî we dikir stûyê Ermeniyan. Bi vî şiklî we du qewmên qedîm û weke bira kirin neyarên hev. Piştî we Ermenî qelandin û ji vî welatî paqij kirin, we giraniya xwe da ser Kurdan û bi destê hev dan kuştin. Heta niha jî hûn vê dikin.

We got Kurd cah lin, nezan in, wehş in, bidûvik in… Ev e sed sal in hûn wan di işkenceyê de dikujin, di zindanan de dirizînin. We rojekê tenê jî nehêla pariyek bê girî di gewiya wan de biçe xwarê. We bi sedhezaran Kurd kuştin, we zikê jinên li ser meh û rojan bi singûyên xwe qelaştin, we di işkencayan de rahêla wan, we dar û job kirin wan, we li meydanan kom kirin û gû bi wan da xwarin…. Di vê dinyayê de tişta ku we neanî serê Kurdan nemaye. Lê hûn hê jî ji Kurdan re çîrokên biratiyê dibêjin. Ka herin wê de lo. Êdî Kurd ji van gotinên vala têr bûne. Ez xweliyê li serê wî Kurdî bikim ew Kurdê hê ji van gotinên derew û vala bawer bike. Êdî bes e, çavê xwe veke Kurdo!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.