Heyeta ku ji endamên Senetoya DYA’yê pêk tên, serdana Minbicê kirin û li bajar geriyan.
Heyeta DYE’yê ku Senetorê Başûrê Carolîna yê Partiya Komarê Lndsey Olîn Graham û endama Senetora DYA’yê Jeanne Shaheen jî di nav de, serdana Minbicê ya ku dewleta Tirk gefa dagirkirinê dike, kirin.
Heyeta Senatoyê, li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Minbicê, ji aliyê rêveberên Sivîl a Minbic û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin pêşwazîkirin.
Heyet, li ge Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûk El Maşî, Hevserokê Meclîsa Rêveber Mihemed Şêxo, Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El Qeftan û Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil li nava bajar gel guhdarî kirin.
Heyeta Emerîkî, anî ziman ku ji bo ewlehî û aramiya bajar wê alîkariyên dikin bidomînin…ANHA






