Farûk Sakik
Min berê di 3 nivîsên xwe de behsa xwedîderketina li Ocalan, PKKê û gerîla kiribû. Di vê nivîsê de jî ezê behsa xwedîderketina li ‘Şoreşa Rojava’ bikim.
Şoreşa Rojava mîrasa Rêber Apo ye. Şoreşa Rojava destkeftiya yekê ya Kurdan e. Şoreşa Rojava îro Kurdistan xistiye rojeva wijdanê mirovayiyê. Emê Rojava û sîstema xweseriya demokratik herî zêde ji dewleta Tirkan ya dagîrker biparêzin. Dewleta Tirkan bixwe itîraf dikir ku li kû dera cîhanê destkeftiyeke Kurdan hebe ji holê rakin.
Hûnê bibêjin ka li Başûr jî destkeftiyeke Kurdan heye, çima ji holê ranake? Başûrê Kurdistanê bi temamî di binê kontrola wan de ye. Bargehên xwe, istixbarata xwe, têkiliyên bi malbata Barzanî re û hwd… Dema ji bo berjewendiyên Kurdan gavek were avêtin wê mûdaxele bikin. Mînak; di referandûma 2017’an de me dît ku dewleta Tirkan bixwaze dikare di 24 saetan de mûdaxeleyî rêveberiya başûrê Kurdistanê bike.
Em vegerin ser Rojava. Dewleta Tirkan piştî şoreşê ket nava liv û tevgerê ku Rêveberiya Xweser ji holê rake. Çi kir? Di destpêkê de xwest Kurdan li kêleka mûxalefetê li dijî rejimê bide şerkirin. Dema Kurdan xeta sisiyan bijart, çeteyên weke El-Nusra, El Qaîde li dijî Kurdan dan şerkirin. Dema bi ser neket vê carê çeteyên DAIŞ’ê anîn û heta Kobanê, rê li pêşiya wan vekir. DAIŞ dema ku ji şervanên Kurdan derb xwar, vê carê ew bixwe daket qada dagîrkeriyê. Efrîn, Cerablûs, Bab, Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kir.
Di van rojan de dîsa tevgereke dagîrkirinê dest pê kir. Rêveberiya Xweser çiqas sîstema xwe bi cih dike, dîplomasiyê pêş ve dixe ew jî ewqas har dibin. Erdogan dîsa li ekranan û ji bo qirkirina Kurdan gefan dixwe. Di nava civakê de dîsa tirsê belav dike. Piştî hevdîtina Erdogan û Pûtîn ev daxwiyaniyên ku li Tirkiyê tên dayîn û tevgera artêşa Tirkan nîşanên talûkeyê ne.
Dewleta Tirkan ku heta doh di hedefa wê de Eyn-Îsa hebû çima ev der da sekinandin û berê xwe da Til-Rifetê. Eyn Îsa weke tê zanîn herêma ku Amerîka li wê derê ye. Ji Amerîka derheqê vê derê de lembayeke kesk nedît, berê xwe da Rûsyayê.
Tişteke din jî ji bo çareserkirina statûya Idlibê dibe ku Rûsya li ser navê rejima Şamê bi Tirkiyê re li hev kiribe. Were bîra me Tirkiye çeteyên bi xwe ve girêdayî ji deverekê dikişandin deverekê û li şûna wê herêmeke Kurdan dagîr dikir. Hewldanên îro dişibin van lîstikan.
Ji bo vê yekê jî, her kes dibêje Tirk çawa ketin Efrîn û Serê Kaniyê wê dîsa wisa bi hêsanî ji van erişên dagîrkeriyê encamê bigire.
Lê vê carê wê wisa hêsan nebe. Kurdan di nava 2 salên dawî de di warê dîplomasiyê de gelek mesafe girtin. Berî hevdîtina Pûtîn û Erdogan heyeta MSD’ê li Rûsya bû. Heyetek jî li Amerîka di hevdîtinan de bû. Di warê eskerî de jî gelek pêşketinên mezin hene. Sedemek ku di vê êrişê de encam negire jî rewşa Erdogan ya siyasî ye. Desthelatdariya Erdogan roj bi roj li ber helînê ye. Li Tirkiyê ew eniya nijadperest hinekê ji hev belav bûne. Jimara hunermendên nijadperest yên ku li ber sînorê Efrînê fotografan bikişînin nemaye.
Ha! Ev yek jî nabe ku mirov di nava sistbûnê de tev bigere û bibêje wa hêzeke Rojava ya xweparastinê heye. Na di pêvajoya Kobanê de bertekek çawa hat nîşandan divê bi wî rengî têkoşîn were kirin. Rojava keleha Kurdan e ku bi kedeke mezin bi dest xistine. Divê Kurd Rojava weke çavê xwe biparêzin.






