Ednan Mustafa
Li gorî geşedanên dawî yên li Idlibê û derdora wê, nîqaşên bi taybetî di navbera Rûsya û Tirkiyê de ketine formek nû. Ango tu di kîjan alî de lê binêrî binere mesela Idlibê berfireh e û pê re jî bûye girêkeke kor. Em vê şênbertir bikin; mesela Idlib li pêşiya çareseriya pirsgirêka bakur û rojavayê Sûriyê girêkekê kor ku her kes dixwaze girêka xwe li ser zêde bike ye.
Ji ber vê jî eger Tirkiye û Rûsya di mijara Idlibê de erênî an jî neyînî lihev bikin, wê di mijara Suriyê de jî li hev bikin.
Tirkiye ketiye vê ferqê, ango Idlib hem ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê hem ji bo dewama aloziyê, cihekî stratejîk e.
Ji ber wê niha ji Tirkiyê re alozî lazim e. Lewra Tirkiye hê bi temamî xwe di wir de bi cih nekiriye. Hem di hêla komên girêdayî xwe, hem di aliyê demografiyê de Tirkmenên nêzî xwe di wir de bi cih nekirine. Ji bo wê niha ji Tirkiyê re alozî lazim e. Rast e heta astekê leşkerên wê hene di wir de, hin komên çete hene, lê di hêla guhertina demografiyê de bi temamî ne serdest e.
Ji bo wê Tirkiye hewil dide aloziyan kûrtir bike. Armanc ewe ku hem Rûsan, hem rejimê, hem Îranê û heta astekê jî Amerîka bi van aloziyan mijûl bike, da li heremên dagîr kirîn (Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Bab, Girê Spî, Serê Kaniyê) xeyala Osmaniya nû pêş bixe. Ango demografiye biguherîne, bicihkirina Turkmenên Uygur, komên ji aliye Kafkasya bîne li van herêman bi cih bike. Jixwe bi qasî tê zanîn berî çendekê hin Komelgeh yan jî gundên mînak ava kirin. Yanî Tirkiye li ser van du-sê benan dileyize; yek ji bo di mijara aloziya Idlibê de deste xwe li ser maseyê Rûsya û Amerîka xurt bike, ya duduyan, ji bo qaşo wek ciraneke Sûriyê li heremê serdest bibe, ya sisiyan jî ji bo ku li herêmên din yên dagî kirîn xwe serdestiya xwe misoger bike û lingê xwe tam dayne erdê û van herêman li erdê Tirkiyê zêde bike. Ji bo vê jî Tirkiye, mijara Idlibê her tim bi awayek aloz ji demê re dihêle.






