Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Heta niha aliyên siyasî yên başûr li hember dagirkeriya Tirk ti helwestek nîşan nedane. Berdevkê fermî yên YNK’ê Sedî Ehmed Pîrê diyar kir ku ketina leşkerên Tirk axa başûr lewaziya hikûmeta Iraqê ye û got, “Pêwîste li başûr jî hêzên siyasî li hember dagirkeriyê yekhelwestê nîşan bidin.”
Berdevkê fermî yê YNK’ê diyar kir ku hatina leşkerên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşana lewazbûna hikûmeta Iraqê ye û got; “Ji bo têkoşîna dijî metirsiyan yekdengî û yekhelwestiya aliyan di vê deme de giringe. Divê Bexda biryara xwe ya parastina sînoran li gel Herêma Kurdistanê zelal bike.”
Dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê berdewame. Heya niha li hemberî vê parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê ti helwestek nîşan ne daye. Li aliyê din jî aliyên siyasî ti helwestek pratîkî nekirine.
Derbarê helwesta YNK û karên wan di vê çarçoveyê de berdevkê fermî yê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre daxuyakirin ku hikûmeta Iraqê her dema berjewendiyên wê de be dibêje hemû sînorên Iraqê yekin û wiha dewam kir; “Belê dema ne berjewendiyê wê de be xwe bêdeng dike. Em nabêjin em xaka xwe naparêzin û erkê me ye em bi parêzin. Belê divê hikûmeta Iraqê dema Herêma Kurdistanê bi cûdabûn û binpêkirina destûrê tewanbar dike, divê ew bi xwe jî li gorî destûrê hemû sinoran biparêze. Parastin û neparastina sînoran li gel Herêma Kurdistanê zelal bike. Niha leşkerên Tirk ketine xaka Kurdistanê, ev jî lewaziya hikûmeta Navendî nîşan dide.”
Derbarê helwesta hizbên Herêma Kurdistanê li ser dagirkeriya dewleta Tirk, Pîre wiha got; “Em pir ji xaka xwe hez dikin. Ji bo wê jî di vê demê de tifaq û yekhelwestiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pir pêwîst dibinin.”
Di dawiyê de Pîre bal kişande ser siyaseta hizba xwe û got; “Di peywendî û hevdîtinan de me helwesta xwe ji bo parastina Herêma Kurdistanê, xebata gelê xwe li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, kar li ser kiriye û emê berdewam jî bikin.”…ROJNEWS






