Rojnameya Ronahî

LUC PAUWELS: PÊŞENGÊN ŞARİSTANİYÊ PÊŞİYÊN KURDAN İN

Hasan H. Yıldırım & Hussein Erkan

Me KAWA’ciyan; her tim di nava xwe de sedemên dijminiya serdestên dinyayê ya li hemberî Kurdan gotûbêj kir. Lê bersiveke ku dilê me li ser rûne me nedît. Bersiva li hemberî pirsa me wiha bû: “Girîngiya jeopolîtîk (erdnîgarî), çavkaniyên dewlemend yên sererd-binerd yên Kurdistanê, tolhildana dinyaya Xiristiyan ji neviyên Selaheddînê Eyûbî” û hwd.

 

Bandora van hebe jî ne pêkan bû ku ev bibin sedem. Gelek netewe û welat xwediyên van taybetiyan in, lê dewletên hemûyan jî hene. Di ser de yên ev pêk anîn serdestên dinyayê ne. Lê çawa ku ev derfet pêşkêşî Kurdan nekirin, ji bo şkestin û binketina me ka çi pêwîst be kirin. Wê demê ji bo çi ye, sedem çi ye? Bersiv û wateyeke ku dilê me li ser rûne me nedît. Me Kurdekî ku wateyê bidiyê jî nedît. Lewra zêhnê wî tarûmar bûbû û hişê wî hatibû talankirin. Yên ev dayîn kirin jî serdestên dinyayê bûn.

 

Niha sedema wê hêdî hêdî derdikeve meydanê. Ev jî bi saya mirovên weke Luc Pauwels yê realîst û lêkolînerê zanistê dibe. Ji ber ku rastiya me ya me Kurdan nikarî derxin meydanê, daniye ber çavê cîhanê, em spasdar û minetdarên wî ne. Wisa xuya dibe ku, pêşengiya me ya ji şaristaniya dinyayê re û belavkirina wê li dinyayê li xweşê tîran (zordest)ên dinyayê neçûye. Ji bo wê em tine hesab kirine. Şaristaniyên me afirandîn kirine malê xwe. Yek ji sedemên herî girîng ku nehiştine em dewletê ava bikin ev e.

 

Halbiku “Pêşengên şaristaniyê û yên li dinyayê belav kirîn pêşiyên Kurdan in.” Eger Kurdek vê bêje berî her kesî wê gelek Kurd bi werimandin nepixandinê (mûbalexe) binirxînin. Wê bi teoriya komployê şîrove bikin. Lê dema yê vê dibêje Luc Pauwels yê Flemenê Belçîkî be nêrîn tê guhertin. Luc Pauwels, dîrokzanekî girîng yê Flemenan e. Dîroka Flemenan nivîsiye. Dema dest bi nivîsa Flemanan kirî bi Kurdan ketiye ser rê. Li ser vê xwe spartiye bi sedan lêkolînên arkeolojîk, genetîk û antropolojîk û derbarê dîroka Kurdan de pirtûkek nivîsiye. Pirtûk di demeke nêzîk de derketiye.

 

Li ser bergê pêşî yê pirtûkê, li jorê navê nivîskar: Luc Pauwels. Rêzika piştî wê Dîroka Kurdan (Geschiedenis Van de KOERDEN). Li rêzika binî jî têkoşîna gelekî ya ji bo welatê xwe (De strijd van een volk voor een eigen staat) dinivîse.

 

Luc Pauwels, di pirtûka xwe de dema dîroka Kurdan lêkolîn dike, têgîn û agahiyên xwe dispêre lêkolînên zanistî yên zanîngehên dinyayê yên herî girîng û lêkolînên genetîk, antropolojîk û arkeolojîk yên gelek welatên girîng yên dinyayê.

 

Luc Pauwels, di pirtûka xwe de dibêje, pêşiyên Kurdan li dinyayê cara pêşî li Mezopotamya li bajarê Ur’ê konfederasyona eşîran û pişt re şahtî-kraltî ava kirine. Herwiha diyar dike ku li Misrê cara pêşî ji aliyê pêşiyên Kurdan ve pîramît (ihram) hatine çêkirin. Yên destpêkê derbasî girava Brîtanyaya Mezin bûyîn, bi cî bûyîn û ji bo bicîbûna mirovan zemîn amade kirîn pêşiyên Kurdan in. Yên şerên Troya kirîn pêşiyên Kurdan in. Yên bajarê Romaya dîrokî ava kirîn pêşiyên Kurdan in. Şêniyên destpêkê yên paytexta Hollanda Amsterdam’ê pêşiyên Kurdan in.

Luc Pauwels, di pirtûka xwe de rola jinên Kurd jî rave dike û qîmetê Kurdan dayî jinan jî bi awayekî pir baş şîrove dike. Dibêje, di dîrokê de ji bo pêşketina civakê bi qasî mêrên Kurd jinên Kurd jî berpirsiyariya ketî ser milê wan pêk anîne. Ev taybetî li cem jina Kurd ya îro jî heye. Îro lehengiya di qada şer de nîşan dide mînaka wê ye.

 

Çawa ku em dizanin huner û peykerên nûjen li derdora 500 salî berî niha li Ewropa dest pê kirine. Halbiku peykerê herî kevin û pêşketî berî 3000 salî ji aliyê hunermendên Kurd ve hatiye çêkirin. Sala 1948an mûzeya Brookleyn ya Amerîka ev peyker bi 57 milyon û 161 hezar dolarî kiriye.

 

Luc Pauwels, di pirtûka xwe de diyar dike ku di pêşketina mirovayiyê de Kurdan pêşengî kiriye û bi gelek lêkolînên di gelek mijaran kirîn de li ber çavan radixe ku di gihîştina mirovayiyê ya îro de roleke gîrîng ya Kurdan heye.

 

Luc Pauwels, Kurdan, li hemberî rola wan ya erênî ya dîrokî, piştî lêkolîna li ser jimara wan û rewşa wan ya siyasî “bi gelê di dinyayê de xwediyê zimanê herî zengîn û bêdewlet” bi nav dike. Herwiha dibêje, ji bo guhertina vê rewşê û ji bo xwedîderketina li welatê xwe Kurd mirinê didin ber çavê xwe û şer dikin.

 

Luc Pauwels, di pêşeka pirtûka xwe de cî daye daxuyaniya dîrokzanê Çekî yê binavûdeng Milan Hûble. Milan Hûble wiha dibêje: “Ji bo tasfiyekirin û tinekirina gelekî divê hişê (bîr, hafîze) wî bê jêbirin. Destpêkê dîroka wî, çanda wî, urf û adetên wî, kevneşopiyên wî tên tinekirin. Pişt re dîrok û çandeke nû bi ser wî gelî de tê sepandin. Pişt re ew gel hêdî hêdî dîrok û çanda xwe ji bîr dike. Di nava demê de hem ew gel, hem dinyaya li derdora wî ji bîr dikin ka ew gel kî ye. Kurd xistine rewşeke wisa.

Lê rastî nayê jibîrkirin. Rojekê derdikeve meydanê û xwe bi her kesî dide qebûlkirin. Ev jî bi saya şexsiyetên weke Luc Pauwels dibe. Pirtûka Luc Pauwels nivîsî û pêşkêşî mirovayiyê kirî  Dîroka Kurdan (Geschiedenis Van de KOERDEN) heta niha bi Flemenî û Fransizî tenê hatiye weşandin. Teqez divê bi her zimanî bê weşandin. Bi taybetî divê Kurd vê pirtûkê bixwînin.