Rojnameya Ronahî

Mixabin guhertin nîne, metirsî heye….

Dilyar CiZÎRÎ

Di roja 10’ê Cotmehê de hilbijartinên perlemantoya Iraqê yên pêşwext hatin lidarxistin. Li gorî min ev hilbijartin ne ji rêzê ne. Lewra biryara wê piştî xwepêşandanên gelê Iraqê yên payîza 2019’an ku bi armanca têkoşîna li dijî gendeliyê û bêxemiya hikûmetê derketibûn, hat standin.

Wê demê piştî bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran birîndar çêbûn, hikûmeta Mistefa Kazimî bi mijara hilbijartinan xwest gel razî bike. Di roja hilbijartinan de jî Kazimî bi daxuyaniya “Em bi Ser ketin, me tişta li ser xwe pêk anî” peyam dan. Her çendî kêmayî hebûn jî, rast e Kazimî erkê xwe yê pêkanîna hilbijartinan bi cih anî, sindoq danîn û hemû amedekariyên teknîkî bi cih kirin.

Civaka Iraqê jî di roja hilbijartinan de erkê xwe pêk anî û peyama xwe da. Dema mirov rêjeya ji sedî 36 ya çûna ser sindoqan di giştî Iraqê de dibîne, bi hêsanî mirov dikare bibêje, ti baweriya civakê bi van hilbijartinan û guhertinên wê bi xwe re bînin, nîne. Kazimî jî ya xwe got û welatiyan jî ya xwe got. Bi vê yekê em li pêşberî du nerînên dijberî hev in.

Ji bo Kazimî û tevayiya siyasetmedarên Iraqê ya girîng ne guhertina demokratîk û berjewendiyên civakê ye. Ya girîng berjewendiyên hêzên biyanî ku hatine ser xaka Iraqê û vir de wir de lê didin berhemên wê talan dikin.

Dema ez behsa Iraqê dikim, mebesta min başûrê Kurdistanê ye jî. Çawa li Iraqê wê ti guhertin pêk neyên, ne bawer im li başûrê Kurdistanê jî pêk were.  Li vir jî PDK’ê, YNK’ê û hin partiyên girêdayî wan amadekarî kirine û wê rê nedin namzetên serbixwe, yan namzetên PADÊ yên Şingalê bikevin perlemantoyê. Di roja hilbijartinan de ev ji lîstok û tevgera hêzên wan de wekî tîrêjên rojê diyar bûn.

Tevî hêviyên guhertinê di van hilbijartinan de nîne, wer xuya dike wê piştî van hilbijartinan bi demek ne dirêj rewşek aloz ya ji berê kûrtir derkeve. Bi taybetî di vê dema behsa vekişîna hêzên Amarîka di rojevê de ye. Wer xuya dike piştî vekişîna wan wê tevlîhevî di asta tevayiya Îraqê de zêde bibe, ev alozî wê bandora xwe li başûrê Kurdistanê jî bike.

Cihê wê kirîzê bi rehetî derbas bike jî wê Şingal be. Lewra sîstema Rêveberiya Xweser ya Demokratîk xwe dispêre hêza gel û herikîna wê li benda ti aliyan nasekine. Ev jî wê hêzên wekî dewleta tirkî ku rojane xaka Iraqê binpê dike û çekên kîmyayî li wir bi kar tîne, herwiha Îrana ku hema hema piraniya siyasetmedarên Iraqê kirine gustîl di destê xwe de aciz bike.

Li ser vî esasî dibe ku plan û lîstikên hê girantir li dijî Şingalê pêk bînin. Li dijî van planên wan ji xelkê Şengalê bi giştî û tevayiya welatiyên herêmê tê xwestin têkoşîna xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê bidomînin.