Konseya Rêveber a KNK’ê 30’ê Hezîrana 2018’an li navenda KNK’ê ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî. Li ser encamên civînê danezanek hate weşandin. Di Encamnameyê de de bal hat kişandin li ser êrîşên dagirkeriyê yên li dijî çar parçeyên Kurdistanê û wiha hat gotin, “Di vê demê de ji hemî deman zêdetir, pêwîstiya kurdan bi tifaq û yekîtiyê heye.”
KNK’ê diyar kir ku tifaqa dijminan a dema referandûma Başûrê Kurdistanê dest pê kir, li çar aliyê Kurdistanê hîn dewam dike û işaret bi girîngiya tifaqa hêzên Kurdistanî kir.
Konseya Rêveber a KNK’ê 30’ê Hezîrana 2018’an li navenda KNK’ê ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî.
Li ser encamên civînê danezanek hate weşandin û destpêkê di şexsê Şêx Seîd û Zîlanê de hemû şehîdên Kurdistanê hatin bîranîn.
Di encamnameyê de hate ragihandin ku rewşa siyasî, bûyerên li Kurdistan û Cîhanê diqewimin, metirsiyên li ser gel û welêt û derfetên heyî bi berfirehî hatine nirxandin.
HDP HATE PÎROZKIRIN
Hate bibîrxistin ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de HDP hem ji bendê derbas bû, hem jî dengê xwe zêde kir û hate gotin, “Ev serketine baş e û pêşketineke mezin e. Em bi vê serketinê, rêveber, kesên hatine hilbijartin, endam û alîgirên HDP’ê û gelê xwe pîroz dikin.”
BERXWEDANEK BÊ HEMPA DIVÊ
Dewleta dagirker a Tirk, wê polîtîkaya xwe ya dijê gel û şoreşa me, wê şerê xwe yê li bakur, li rojava û li başûr bidomîne. Her wiha wê di asta navneteweyî de jî, hemî kartên xwe dijê me kar bîne. Kesek bila hêviyek din jê neke. Em çiqas li ber xwe bidin, em çiqas êrîşên wan bişkênin, em ê ewqasî nêzî aştî û çareseriyê bibin. Ev îmkan ev potansiyela me heye û em bawer dikin ku em ê serbikevin.”
REWŞA ROJAVA Û SÛRIYÊ
Di encamnameyê de işaret bi rewşa li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hate kirin ku şer û alozî dewam dewam dikin û wiha hate gotin: “DAIŞ gelek lewaz bûye û ber bi têkçûnê ve diçe. Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn û Şehba dewam dike. Muxalefeta Surî bê hêz bûye û ber bi paşerojek nediyar ve diçe. Rejîmê, serweriya xwe ya li ser axa Surî zêde kiriye. Hêzên navneteweyî heta niha jî li Suriyê ne. Hinek ji wan xwedî bername ne, lê bernameyên hinek wan jî ne diyarin. Li gorî vê rewşê divê rêveberiya rojava û bakurê Sûriyê, hem xwe xurttir bike hem jî dîplomasiyek piralî bimeşîne. Hedef ew e ku di avakirina Suriya nû de, divê Kurd û pêkhateyên bakurê Sûriyê bibin xwedî statuyek xweser û Suriye jî bibe welatek demokratîk. Hedefek sereke jî ew e ku dagirkeriya dewleta Tirk, di zûtirin demê de bê rakirin û deverin dagirkirî bêne azadkirin.”
REWŞA BAŞÛR ALOZTIR DIBE
Li ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî ev nirxandin hate kirin: “Piştî referandûma sala derbasbûyî, rewşa başûr her ku diçe zêdetir ber bi aloziyê ve diçe. Mixabin heta niha hêzên Kurdistanî, bi awayekî serketî nehatine ba hev û yekîtiyek weke tê xwestin ava nekirine. Hukumetek heye lê bê bandore û nikare pirsgirêkan çareser bike. Pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî gelek kûrin û eger neyêne çaresekirin, dikarin bibin sedema gelek aloziyan.
BÊDENGIYA PDK’Ê CESARETÊ DIDE
Li ser vê rewşa nexweş re, dagirkeriya dewleta Tirk jî, serve zêde bûye. Nêzîkî 4 meh in, hêzên dewleta Tirk herêma Biradostan dagir kirine û her diçe dagirkeriya xwe zêdetir dikin. Li hember vê dagirkeriyê, berxwedana hêzên HPGê berdewam e. Hinek partî û rêxistinên başûr, nerazûbûna xwe diyarkirine. Gelê başûr bi giştî ne rehet e. Lê ev nerazîbûn û reaksiyon têrê nakin. Di serî de hikumeta herêmê, PDK û hêzên nêzî wan, bê deng in. Ev jî rewşê aloztir diki û cesaretê dide dijminan. Bi vê munasebetê em carek din, bang li hikumet Herêm û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk helwest bigrin û li hember êrîşên wan rawestin.”
ÎRAN BER BI GUHERTINEKÊ VE DIÇE
KNK’ê da xuyakirin ku li rojhilatê Kurdistanê jî, dagirkerî û alozî dewam in û got, “Rejîma Îranê bi çi şêweyî be bila bibe, guhertinên demokratîk qebûl nake û mafê gelê Kurd nas nake. Li rojhilat ne tenê pirsgirêkên siyasî hene, di heman demê de pirsgirêkên aborî û civakî jî roj bi roj kûrtir dibin. Îran ber bi guhertinekê ve diçe. Pêwîste hêzên Kurdistanî xwe ji vê rewşê re amade bikin. Ji bo vê yekê jî, di serî de divê navxwe de yekîtiyekî pêk bînin.”
TIFAQA DIJMINAN DEWAM DIKE
Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku Kurdistan bi giştî di rewşeke aloz de derbas dibe û wiha dewam kir: “Tifaqa dijminan a ku dema referandûma Başûr de pêk hatî berdewam e. Me, Kerkûk û deverên din bi vê îtîfaqê ji dest dan. Her weha di êrîşa Efrînê de jî, ev tifaqa li ser kar bû. Di dagirkeriya herêma Biradostan û deverên din yên Başûr de jî, li ser kare.
Gelê Kurd jî neyê dema berê ye. Di vê demê de ji hemî deman zêdetir, pêwîstiya me jî, bi tîfaqê heye. Emê weke KNK, vê mijarê weke mijara sereke bi dest bigrin û ji bo yekîtiya neteweyî, emê hemî derfertên xwe bi kar bînin.”






